A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Goran - Cejnî Ayar
386 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Goran - Cejnî Ayar

Yadî pîroz e yekemî ayar
Cejnî cîhan e bo gişt kirêkar

Kirêkar bendî sermayedar bû
Rût bû, birsî bû, kiz bû, hejar bû

Eyçewsanewe xawen sermaye
Be memre û mejî kirêy edaye

Le dinyay taze şarî şîkaxo
Hoşî kirêkar hatewe ber xo

Hêrişyan birde ser şeqamekan
Bo heqyan çeşnî şêr eyanzirîkan