A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilsemed Mehmûd - Şêrîn
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilsemed Mehmûd - Şêrîn

Evîna te dibistane
ew çavên te gulistane
min divê şagirtê jîr bim
ez dixwînim gulistana.
şêrîna min
rok ji rûyê te bi şerme
sor ji dêmên te ye
afîtab bi kovane
berfa sipî çi xezane
melûl dil bi kul
tê xwar ji ezmana
sipîbûna wê
ji aniya te ye
gotin ferhenge.
şêrîna min
nazik çelenge
bi şox û şenge
ebrû xwar in
nerîn cenge
xwîn şêrîna min
seroka ciwana
di dil de ye evîna te
di dilê dil de
evîna evînê
ger ji min tu hezdikî
hez axa welatê min bike
ger tu bêrya min dikî
bêrya tekoşînê bike
ger tu nama ji min re rêke
pesnê xwerista kurdistan bide
ger tû min di bîra xwe de bîne
Zêwa û Helbçe ji bîr neke
ger bi min tu ser bilindî
kurdim ji kurdistanim
şagirtê Bêkes û Cigerxwînim
serokên helbestvanan.
şêrîna min
kengî kurd
serfîraz bibî
ne bi xwezî û ne bi lava
tê bi be bûk ezim zava.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê