A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Xapandin
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Xapandin

şermola..
kişwera bobelatê..
roj bi roj.. tu diherifî..
û hestên evînê..
di dil de dimirin...
Duh bû.. li bin bilindahiya te..
li ser.. tirabêlka..
dîwarên teyî herifandî..
dîdara min bi.. yarê re bû..
biryara..
xapandinê..
bi rêkir…
Duh bû.. bi herdû destên xwe..
min gorek kola…
Min dilê xwe tê de.. binax kir...
Bi dilekî xemgîn,
awirek şikestî..mam bi tenê …
Ez û şermola.. û bîranînên..
evîna têkçûyî…
Me peyman da.. bese ji hiskirinê re…
---------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê