A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Vaye Şoreş
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Vaye Şoreş

Rabe peymin êdî bese Ax û of
Nû vejîne berde ji war hirç û hov
Arek ji gul dada li dil bo welat
Mizgînî li tebe …… kurdo
Mizgînî li tebe…… Amûdîyo
Mizgînî li tebe…… Azadîxwazo
Mizgînî litebe…… Têkoşero
Mizgînî li tebe…… Cengawero
Mizgînî li tebe…… Dîroknaso
Mizgînî li tebe goristana pakrewanan
Vaye şoreş vaye şoreş şoreşa azadiyê
Kîye ewê ku guh nadê kê ji we
nebhîstiyê
Doza gelan a pakrewan me ji bîr
nekiryê
Erê Mişe`l erê şêrzad pakrewanên
xweşiyê
Tew Nisredîn ciwan Idrîs dawiya
xemgîniyê
Kurdino (comerdino) bingehin em ji
bona azadiyê
Vaye newroz hate newroz newroza
gelê arî
Bi arû bi ronahiyê ronî kir şeva tarî
Sed pîroz be li te kurdo şadî û
bextewarî
Ma ne bese sedê salan neyar mafê
me xwarî
Vaye dem hatiye ku em jî li dij vî
neyarî
Arê newrozê geşbikin derfet hew tê
tucarî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê