A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Tu Yê Bimînî
114 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Tu Yê Bimînî

(diyarî milyaketan...yezdanan......û...Ehmed
Huseynî...Helîm Yûsiv...... YasînHisên...Beşîr
Mele...Nisredîn Brahîm û hinin din)
Ezê agir.. bi buhar..
û..
şînkahiya..
Amûdê xînim……
Bîranînên zaroktiyê....
name..
wêne..
cilên tozgirtî..
ji palgeha li ber serê dayika te..
derxim…
Biqetînim..
bidirînim...
û li ber bê bifrînim...
Zemawenda şînîya helbestên..
penaber.. ên te..
li bin siya şermola..
li darxînim...
Hestên teyî nazik..
ezê bihejînim..
û te himbêz bikim…
Ramûsanekê bidim çavên keça te…
Ew çavên bi hêstir…
-keça min tu çi dikî?
-yaboo... min germ e...
Wê ev dîmen bi te re here gorê..
ji bo hêstirên keça te…
Wê Xwedan..
dilovaniyê têxe dilê milyaketan...
Wî ne êşînin..ne êşînin…
çemê Amûdê..
riya Darê..
Gola E`nter…
Naxwazin tu dûr herî..
û ger bû..tu çûyî…
Ji bîr neke ku tu lawê Amûdê yî...
şeva çû..
min xewnek dît..?
Tu dibû mîna teyrekî baz..
di sînga ezman de..
tu rûdinişt…
Li ber jêr te dimeyzand…
Tu digiriya û te digot: Amûdê..
tu çiqa biçûkî..
tu xweşikî…
Niza xweda ji te hezdike...?
Ez dibêjim ji te hezdike…
Jiber wilo..
herdem te bi girî vedike..!
Mîna mindalekî..
ji himbêza dayika xwe dûrbûyî....
Ezazîl..ji te hezdike…
Bi ser bilindayî.. û bê tirs ji xweda...
xwe tazî dikir..
û Amûdiyên serxweş..
pê re dîlana..
asîbûnê li dijî xweda…
Perdeya keçaniya qederê..
diqetandin…
Te go çi hevalo...?
Ma tuyê biçî...?
Ger bû..tu çûyî..
ji bîr meke..
tu lawê qadeke pîrozî...
Erê..
matmayî nemîne..
xakeke pîroze…
Peyxemberan..,
firiştan..,
eniya wan herî dibû..
ji tiberkê…
Razeke di damarên xweda de veşartiye..
mamike..
bawer bike..mamike.....?
Ne efsaneye..
ne xewne..
rastiyeke…
şevên Amûdê ne wek tu şevane!
Heyv..roj..,stêr..hezkirin…
Hemû tiştên wê.. ne weke yê tu kesa ne..
Ma qey ne wisa ye..........?
Hûn tevde çûn û we xatir nexwest...
û hîn wê herin...
wê ji te dûr bibin..
û xatir naxwazin…!
Xatir mexwaze û tu jî here…
Bi kerwanê rêwiyan re..
sirûda xatir xwaziyê...
Xwaziya xwe daqurtîne..
û li pişt xwe bizîvire…
Kêlîkekê raweste..
meyze bik û patekê bide…
Gir û mezelê wê..
şehrezad û êşa wê…
Toş,Raperîn û dastanên wê..
Bi girî.. bi axîn..
bilorîne birawo...
Ma ne bese......
Bi xatirê te....
Bi xatirê te....
---------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê