A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Payîza Yekemîn
110 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Payîza Yekemîn

Dema serxweş dibim...
Tê bîra min..
Payîza yekemîn..
helbest min tê de..
nivîsand...
Her tîpek..
kaniyek hêstiran jê der dibû...
Min pencerk..
di dîwarê bê de vedikir..
û min li pelên hilweşyayî,
westyayî..
dimeyzand..
û.. ji wan re distira...
Payîza yekemîn helbest,
yekemîn evîn...
Payîza..
ku min xatir ji herdiwan..
xwest.
----------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê