A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Li Wir
156 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Li Wir

Li wir…
Dareke şikestî, seqet..
ji bahozeke serxweş..
pelên wê hilweşiyan,
penaber bûn…
Roj direviya,
li şûna xwe nameyek dihişt…
Qira nihadan..
gundê me,dilê me..
talan û wêran dike…
Di nameyê de veqotka dil..
lemzeke windayî..
di nav ewran de…
Tirsê li paş dil xwe vedişart,
dilê min..
Winda me..
li çoleke rût û tazî …
Kêfxweş bûm bi dîtina agirekî..
û piçek hêstir.. di herikî..
li ser riwê pîreke westiyayî,
cilqetyayî..
çavkilkirî..
ji derewên çîrokên meyî bi şwînî..
bendewariyên ku tucarî nabin..
û bêrîkirinên ku nadûmînin…
Qedera me..ban me dike,
me dêşîne,me digirîne.
Li ber asîmanekî kilît kirî,
dibezin,direvin..
ji zindaneke bê dergeh..
û rojeke qet naweste…!!!!!!
Derfet nema,emê herin..
Mişextî,xerîbî,
penaberî wê bibe..
mirin …
Amûdê tu êşa minî…………….!!!!!!
----------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê