A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Keça Min
222 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Keça Min

Nerînek di pêşerojê de..
çarenûsa te.. girê bajêr himbêz kiriye
çarenûseke nepen...?
Nerînek ji çavên teyî westiyayî
Romaneke qedexekirî,
Di dibistana rastiyê de tê lorandin.
-Di wê şevê de te ez şiyar kirim...
û te pirsî..?
Tu kiyî?,
Navê te çiye?
Tu çi dixwazî.?
Keça min.....
-Ez mirinim û yek caran..
mirin ezim…
Can...... tu bi min keniya û tu raza
Ez mam şiyar.. kenê te li ber çavê min û..
ez digiriyam....
Canê qurbanê..Wan awiran vemrîne..
tu min dighîne rastiyê….
û ez naxwazim..!!!!
Ez, tu, girê bajêr û..............`?
Emê hemû bên sotandin..
bi agirê wê…
Can....ev rastiye... de bese
berî ku ez hebim…
berî ez bêm ser riwê dunyayê,
min zanî bû…
Ji ber wilo min ew di dil de binax kir
Canê,qurbanê ez bi gorîbim bese…
ev rastiye nayê gotin...................tale
şerm dikim ji te…
Heta hebim ezê şikestî bim li ber te..
venasîn..venasîn.. venasînê ezê bidim te
Temînî: gora canê bela li rex a min be..
ta ez çîrokê jê re bêjim..
Bi xatrê te.............!!!!!!!
---------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê