A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Halana Dil
179 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Halana Dil

Roj diçû ava..
Tariyê perda xweyî reş
Berdida ser riwê gerdûnê.
Gund..û..bajar...
diketine xew
Heyvê şerm dikir
Pişta xwe dida te..
û xatir nedixwest û diçû...
Stêr direviyan..
dilê evîndarên te xemgîn dikirin û..
ew jî diçûn.
Amûdê......keleha êş û xeman
tu bi tenê şiyar dima.
Li ser masa derdên xwe..
te şîva evîndarên xwe..
lehengên xwe.. can fîdayên xwe..
amade dikir û..digel barçemokan,
te guliyên helbesta xweyî westiyayî..
dihûnand…
Landika êşên te,
evîndarên te, giyanên sotandî....
lehengên te.. li asîman..
firişta dihejand....
Pê re dikirin sema û..
dibin çengên xwe de..
bin ax kirin....
Amûdê...
Birçiyê helbestême.
Bêriya zivistanên teyî bi şwînî dikim..
û..fîxanên bi axîn li kolanên te..,
cadeyên teyî jibîrkirî,
tenûra nanê teyî germ sarbûyî,
dastanên dînê teyî baqil….
Hewar digot:
-Xwedê nehêle..
Wê ji kêre bihêle,
ji kêre nehêle.
şêxê doda li gola Enter..
Mirîdên xwe dicivandin,
li erbanê didan…
şermola dihejandin...
çîrokên binaxkirî vedijandin…
Ji xew şiyar dibûn.
çîrokên.. çîrok ji hevre digotin…
Mindalên..
ku zû ji himbêza dayikên xwe..
koçber bûn..
bi refên çûkan re,
bi firiştan re..
dojeh dixemilandin..
Qedera min bi a te ve girêdayiye…
Qedereke nepen..
Dara jiyanê ji mêj ve..
pela te hilweşandiye.
Rewşa te awarteye,
dayika min,
evîna min….
Ta kengî di payîzê de,
di bin pelên hilweşyayî de..
Bê dengiya xwe veşêre......
Li ser şêlakê.. herdem navê te..
dinîvîsînim….
Lê pêlên derya hiltîne...
Karwanê omîdê..
te li pişt xwe dihêle.
Gerdelûlê..giyanê te dilerizand...
Tu germî..sar nabî......
Hevîrên xwe li tenûra te dixistin..
Te dipêça..
li şoreşgêran belav dikir..
şoreşa hebûnê..
bi te berdewam dibû….
şahrezad*..
dilpakiya te bû...
Toş..
welatparêziya te bû...
Herifandina...
keleha zordariyê,
Awirek ji awirên tolê bû..
Ax,ax,ax..Amûdê…….
Nema dikarim,
li hêviya wê rojê...
bimînim …
Ezê bimrim....
Giyanê min bi axa te şa bibe,
Min pir ji te hezkir …
Amûdê.... Dayika min evîna min..
---------
*şehrezad: navê sînema amûdê bû a ku di sala 1960 hate şewitandin û bêtirî 280 zarokên kurd têde hatin şewitandin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê