A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Giriyam
243 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Giriyam

Dem payîz bû..
Stêr ji serma diçirisîn,
şeveke sar bû…..
Bi sûtandina giyanên mindalên Amûdyan..
Milyaketan xwe germ dikirin…
Xweda.. dest li ber rû dimeyzand..
bobelat bû…
Nazo.. bang dike..
gazî.. sê caran gazî..
ezê herim çiyakê mazî..
li xala bikim gazî…
Helîmê.. lê Letîfa,lê Xezalê..
wê çilo be wê çawa be?
Malxurê mala min berhîm bû..
û.. kî û ne kî…
Qêrîne halane..
zemawenda teyrên beratane…
Li asîmanê Amûdê.. dikin sema,
şîveke xweşe.
çi bûye ……….?

çi heye……….?
Kerwanê mirinê..
bi dahol û zirnê..
Sirûdeke awar lê dide…
Miriyên ku bi sedê salan..
kevnariya Amûdê parastine..
dipirsin..
ev çi sirûde?
Kerwan çima şerm dike,
nêzîk nabe?!!!
Hela were şermê neke..
ji me re bêjî çi heye?
Kerwan.. lêborînê ji şeromla dixwazî..
û diyariya xweda diyarî dike..
û bê ku xatir bixwaze..
gir û mezel li paş xwe dihêle,diçe.
şermola:
ta kengî ezê we himbêz bikim..
hêstiran ji çavan bibarînim..?!!
Xwezka ez bimrim,
xwezya ez tune bama…
(ger rojekê ez bimrim.. wê kî min
himbêz bike)*
Wan bînin,li bin siya bilindahiya min..
û li ser tirabêlka..
temenê minî xemgîn..
wan ramidînin…
Wan binax nekin..
ta ez şwîniya wan..
di dil de bilorînim…
perjeng girane…
şevbuhêrka me xemgîne..
mêvanên me delalin..
Têr xew nebûne,
pirsan ji wan nekin..
bila xew kin…
Hîn çîrokên dayikên xwe..
jiber nekirne..
Xewn,bîranîn..
bê xewn û bê bîranîn çûn..
koçberkirin…
Dusid û heştê mûm..
xweda di sînga xwe de..
vemirand…
Agirê dojehê rawestiya,
giyanên ku dihatin sûtandin..
matmayî diman…
Ji hev dipirsîn..
çi bûye, çi heye….?
Gelo.. dilovaniya xwedaye?
Milyaketên mirinê..
dergeh li xwe girtin..
şerm dikirin..
û ji hev dipirsîn:
zarone,bê gunehin..
wê kî jimêryariyê bi wan re bike?
Xweda,xweda bi xwe şerm dike…
Roja mehşerê..
wê ji min bipirsin..çima?
û bersiva min..
wê………………..?!!!!!!!!!!!
Li daristana stêran..
periyên buhuştê diciviyan..
bi tiliyan perda keçanî diçirandin..
û bi xwînê..
riwê heyvê dineqişandin..
Heyv digiriya..
Stêr,xweda,tarî digiriyan.
Giriyam...
Dayika min..
bi kildanê..
çavên şevê kil dikir..û.. erê....
-----------
*mînakek ji dîwana M.Helîm Yûsiv
Helbestên din ên Helbestvanî/ê