A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Êşa Min
307 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Êşa Min

Rojên bi girî,li ser himbêzin sar..lêvên guneh
kar, çîrokên şevê...
Ramûsanên.. bi cîşa îxanetê.
Helbestvanê şevême, yê tariyême…
Kengî.. şev mir.. wê gavê.. tê di dilê min de..
bimre...
Ji ber wilo.. berevaniyê.. di ber de di kim...
Di asîmanê dilê te de..
stêreke sêwîme.
Di girnejîna awirên te de..
rondikeke xembarim...
Di xewnên te de..
baranim, buharim,
havînim,
keskesorim.. lê rêwîme.
Di hêvgeşa şevên te de..
tarîme...
Di dara hêviyên te de..
pejalim..
bilbilim..
robadê dikim..
ji sipehîbûna te re...
Bêyî te ez çime.....?
Bê te tuneme..
Canê..
bê te mirîme...
Gemîme di derya şevê de...
Rûpeleke reşim..
di pirtûka bîranînên heyvê de...
Xaleke westiyayî..
di riwê dapîreke xemgîn...
Cilekî qetyayî..
li bejna çiyakî westyayî..
têkçûyîme...
Ma qey tu nizanî?
Bayê evîna te..
min li ser destên xwe dilorîne...
Min himbêz dike...
Min dûûûûr dixîne...
Min davêje..
devereke nepen..
min dihêle.....
Ez û şev tenê..
bi hev re radizên
Digrîn.. li ser têkçûna roniyê,
ronî direyê...
Mîna bilbilekî xembar..
were bi hev re..
emê nixandinê ji şevê re..
bikin..û sozê..bidin...
şev sitargeha.. evîna min û teye ….
Evîndarê şevême...
Evîndarê teme...
Bê te tuneme...
Bê te tuneme...
Di çavên şevê de..
Ayindeyeke serkeftî..
ji te re dibînim...
Wê bêdengiya min û te..
biqîre..
bawer bike..
Nêzîk bûye.
---------
Helbestên din ên Helbestvanî/ê