A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilselam Xoce - Dara Hêviyan
319 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilselam Xoce - Dara Hêviyan

Payîze…
Bi tena xwe,li ber dara hêviyan
rawestiya…
Anî bîra xwe rojên çûyî..
di geşbûna buharê de..
bi yarê re....
Ji zaroktiyê de..
tîpên navên xwe neqişandibûn,
li ser qurmê darê…
Tîpin westiyayî…
tozgirtî....û.......?.!
Serî hilda ber bi jor ve û giriya,
giriya..ta hêstir pê re giriyan.!
Bi wan hêstiran,bi dilekî sûtandî..
toza îxanetê paqij kir...
û çû...
Li pişt xwe hişt..dara hêviyan,
bîranînên derew û....!
---------
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê