A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilrihman Apo - Zûneke
87 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilrihman Apo - Zûneke

Hêdî hêdî dilê mino zûneke
Birînên sor li laşê min kûrneke
Qijokên çolê, kundên newala
Qeşmerên holê,mirdarên mala
Rê ti carî ji wana re veneke
Ji dûr de dilê mino avsîn neke
Bi nerîna reş li dozê seyrneke
Riya vegerê û hêviyan qitneke
Ji pîsan vir û vûtan bawerneke
Hêdî hêdî dilê mino zûneke..
Bîrokên sêwî ti car bi cih neke
Kurmê ezeziya reş tîmarneke
Gulên dozê avê ji ser qitneke
Hêdî dilo pîsan li me şaneke
Neyar hare, li qeşmeran seneke
Guhnede qertelan dozê sêwîneke
Qirikên reş, rovî û gurên çolê
Rê li karwanê dîsa girêdane
çibkim rûdarê me ne ti şivane
Xweş zanibe ger şêr têkevin xewê
roviyê bi ro Wê derkevin awê
hêdî hogirê mino xîre neke
narvîna min û te bawerke yeke
dîlanê şênke ti car belaneke
al li ber bê bi hemî regan yeke
doz pîroze heyrano perçe neke
xûnê şehîdan ti car erzan neke
şepalên dilsoz bi kînan hûrneke
vînan di sîtavên çavan de kûrneke
kînan di sepeta sîng de şiyarneke
yekbûn dermane, ewa xelaseke
bawerke doza min û teva yeke…

462010
Şîrove
Nayib jafari
18-09-2020, 07:50:00
Helbestek pir giranbuha u xweşik bü.
Min dine ji bira mekteb û zaningeha Kurdistanî .
Le me qet dersa zimanê Kurdî nexwendî.
Inşala eme bi ser bikevin.
Her bejî ji were.
Sipas
Êz nayib Jafari li rojhilatê Kurdistanê bajarê xoy kotole

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê