A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdilhelîm Mela Mihemed - Ji Mister Tonî Re
104 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdilhelîm Mela Mihemed - Ji Mister Tonî Re

(Ev helbest diyarî ye bo Mister Tonî, karmendekî Carîtasa swêsrî, yê ko digot ko problêm û doza kurdî tune ye)

Mister Tonî
ezbenî
ma a te
digel me çiye?
nerîna te ev e
Kurd kî ye?
yekî nezan
ji çolan
ji ber
pez û dewaran hatiye?

şivan û gavan
tazî û birçî
KURDISTAN kavil
û bê xêr e
ne war û ciye
milletekî
diz ü keleş
û serserî ye
ew û efyûn firoşan
û dizên (Migrosan) ferq niye.

Mister Tonî
Tu zanî nexweş im
sed carî
min ji te re
gotîye.
Tu dibêjî
tişt niye
ev hîn
tirs û bêzarî ye
Bi dest slavê
dikî
lê tu dil
bi tenî ye
Digel min
bi mirês
û bêzari
lê bi jinên ü Bosniya re
pir hemşerî ye.
Ya te ne
başbûn
û mirovatî ye
Lê ya te
bi xwe
tolazî ye

Mister Tonî
ezbenî
eger dixwazî
bizanî
karê Kurda
li vir çiye?
LOZANA
bîst û sisyan
min aniye
min der
bi der
û bi çolan xistiye.
Kurdistan buhişte
ne kavile
lê bê hêz
û bê xwedî ye
Cîhan yekmîn
ew xiste
bin lingên
ker û hovan
biner Turkiya
Kurdistan
tev kembax kiriye

li Ewropa
tê gotin
Turkiya dîmoqratî ye
di her
çar perçên
Kurdistanê de
ziman berbend e
û Kurd dilin
lê ê we
kar û fêda
we li ku be
ew başaiye.

Mister Toni
tu çi zanî
ez kîme?
Bêtir ji deh kesên
mîna te
min xwendiye
mamoste û rêber büm
lê dem
hiz û kole ye
yê mîna te
îro li ser min
begçiye.
Me li jinê
pir pîs û dilreş
dîtine
ya EREB û Tirk
û Firsa
bi me re
rû li rû ye
heşkere ye
û bê minetî ye
lê , yê mîna te
bi me re
veşartî
û bê qûnî ye.

Bizane, Mister Tonî
ko her dem
Kurdistan
ji me re
Buhişt
û daxwaz
û
evîn e
Ma Swêsra
li hember
çiye!?