A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebbas Ismaîl - Halan
90 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebbas Ismaîl - Halan

"Ez vê sitiranê diyarî helbestvanê heja Ferhadê Içmo dikim, ez jê re dibêjim çira te".

Halan evîna berya rojava*
ji min re rêke hûr hûr silava
bi maçên lêva bi awirên çava
jibîr neke min nehêle ber tava
li min bipirse her çax û gava

Halan dixwazim herdem bibînim
xeman derînim ji dil û hinava
were nêzî min bi qedrê dê û bava
were ez bibînim çavên razayî
mîr û seroka bejin zirava

Were ez bibînim wê xemla nûdem
weke bûka nû here cem zava
li xwe bibarîn bîn û gulava
bi mil de berde sivik sûlava
li bejnê bade kemera zîvî
rengîn qelemke ebrû û dava
biskan azake bila xwe berdin
ser dêmên şêrîn nav herdû sêva

Halan delalê çi pesnî bêjim
Xeca Siyamend sêwya perava
şêrîna Ferhad Zelîxa Usiv
yan Zîna kuştya gelac û hova
çiqas bibêjim û ez bixwînim
têra min nake ferhenga nava

Halan hevalê jiyan te avda
ez ciwan kirim mal ate ava
pîrî reviya pişta xwe min
helez vegerî geş bû ji nûva

Halan hevala berya rojava
were nêzî min herdem û gava.

*Berya rojava: Beriya mirinê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê