A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dr. Zerdeşt Haco - Dîlanbestek 1 (Ballade)
252 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dr. Zerdeşt Haco - Dîlanbestek 1 (Ballade)

Yê Kurd û Xwedayê Dilovan
Kurdek, piştî ko dinyayê dev jê berda
li xwedayê dilovan vegera
Piştî jiyaneke dijwar, tev belangazî,
tijî ji kul û derda
xewnê dibîne: Ew li azmanan e, li bihişta

Belê felekê çerx çawa gera:
Dozgerê dewletê bi zend û bend e,
li ser textê xweda

çavên wî li cilên dozger dikevin û awrên
dozger xwe berdidine dila

Wî tavêjine ser çokan û çekê dixine cênîka:
"De bêje, kurê min, ber pê were, da ez kari bim
li te bibhûrim wan guniha

Belê berî ko tu bêjî, xwezka te hişti ba,
em ya dilê xwe bidine deva:
Ez dizanim, tu mirovekî têrorist î.
Vêce ka bêje kengî û bi çi awa."

Pêlên tirsê yê Kurd hejandin:
"Ev çawa bû, ma jiyana min dîse xwe vegera?
Ma jiyana min bê dawî ye, ev çi ye?
Ma jiyana piştî mirinê ka?"

Ew li hawîr xwe zîvirî, salon bi xemil û şepal e,
li derve awazên kevineroja
Xweda mirovekî kal e, lê desthilatdar e,
li vir roj hew dikare here ava

"Ev çi bêqudoşî ye, min digot qey li vir,
li jor wê mirov weke hev bana
Mirovê kari be pesinê yê dilovan bide,
li vir wê xizan û dewlemend weke hev bana
Gerek e, li vir yên dilşikestî dilxweşî
û yên bazdayî haştî dîti bana
Di bihişta xwedê ya herheyî de, ev çi ye?
Xwezî min ew ne dîti bana"

"Wisa bû, lawê min. Tiştê tu li ser dipêjinî, rast bû.
Belê hertiştî berdêlika xwe da
Ka vêce em werine ser te û kirinên te.
Te bi ya kesekî ne dikir, tê li ber hertiştî rabû ba
Gava yekî li aliyekî riwê te dixist, ma ev jîrîtî bû?
Te aliyê dî jî ne dida ber, da lê bida
Te xwe ji azariyê rizgar kir û di pişt zarwên te re
ji te pê ve kesek ne dima
Te henekên xwe bi destihlatdariya ezmanî dikir,
dixwest bi yên weke xwe re bikî cida
Tu têroristekî ji dil î. Te serî li dinyayê xwar kir
û ling danî ser lihevhatina."

"Min digot qey, wa xwedawo, tu bi hertiştî serwext î,
herwekî bi êşa gela
Ez Kurd hatime vê jiyanê û Kurd jî min ev dinya berda
Dixwestin min di qeydan de bend bikin
û bi dilpaqijiya min bikenîna
Zimanê min ji min bikin, stran, dîlan û dilê min bidizîna
Dixwestin van hemiwan ne hêlin, me Tirk bikin li dinya
Min digot qey, Xwedawo, tu dadîmend î,
tê me rizgar bikî ji kula

Min digot, Xweda, tu dilovan î, xweziya min ew bû,
ko tu rojekê di êşa min bigihişta
Gava ez bi xwe hisiham, ez kî me, tukes ne bû,
ko gelê min rizgar kiri ba
Armanca min zelal dibû û ramana min bi tenê ne dima:
Ez serbilind im, ko têkoşerekî gelê xwe me,
bibîne, tevgerê za."

Yê dozger, yan yê ko jê re Xwedê dibêjin,
ji banî ve yê Kurd da ber awira:

"Tu vê xemil û şepala salonê dibînî, ya dewleta min,
tu nikarî pesin bikî bi lêva
Ev ne kehniya xewnan e, bi xwarin e, jiyana li vir,
û vexwarina
Desthilatdariya dinyayê mûçeyê min dide,
û desthilatdarî ne bûye xewn, ticara

Ew, ew in, yên ko we koçer dibînin
û ji we re dibêjin Kurdên têrorista
Emêrko-êl, Ewro-êl, Tirko-êl û Israêl bûn,
yên ko li derbeka azmanî dida
Tenê ew kesê ko li ser erdan li asta wan be,
kare bi wan re bikeve nav dîlanên stêra
Rastî tim ya desthilatdariyê ye,
hêvîdar im, ko vêce tu hişyar bû bî, Kurdo,
bila?

Rastî ya desthilatdariyê ye, çi li ezmanan
û çi li erda
Wekî dî tê tim têrorist bimênî,
raperîna te divî bû desthilatdar ba
Vêce rabe ser xwe, here devereke penaberiyê,
cihên ava"

Bi qeşmerî digot dozgerê nedilovan,
rêncberê cihana bêbava

Sibata 1999, Serokê PENa kurdî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê