A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dr. Rûfend - Fenda Jiyanê
72 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dr. Rûfend - Fenda Jiyanê

Roja jîna xwe bi wî re
Dibûrînim
di dil de gotebêje
Ji sînorên parsûyên derya
Bang,hêrs û mey
dikşînim
Her bi gulan re peyvan
Dişînim
Li ser daristana
Mije
Tabloya navê çîrokê
Bi pênûseke ciwan
Di nav şeveke xunavî de
Agirê heyînê
Li ser sînga yasemînê
Di orta kanîkên xwînê de
Pêşeroja temenê qurmiçî
Bi şewat nîgar dikir..!
Bê hêvî nebe
Tu xala pêşîne
Di bêdengiya dil de
Ew xala helbestan diweşîne
Jiyanê didomîne
şahîyê di mejî de diaferîne
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê