A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dr. Barî - Omîda Rewrewk
91 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dr. Barî - Omîda Rewrewk

Ez dibûm bilbil li xerîbiyê
Li ber gula ne ji Tirbespiyê
Kiye ew torîna ketî riyê?
Ew omîda dilê min bû ew.

* * *

Ketim war û halê evîndara
Xweska derneketa qet yekcara
çi gulbuhar bû ya li nav dara?
Ew gul-vîna dilê min bû ew.

* * *

Tenê li vî warî heye jiyan
Neye xudê û ne jî ya Quran
Kî hebû li warê xudyê dilan?
Ew gulperiyeke min bû ew.

* * *

Li vî warî ez bi kêf û dil bûm
Li vî warî ez bi tirs û dil bûm
Ji bo çi bi kêf û tirs û dil bûm?
Ew bo tirsa min bû ew.

* * *

Tirs bi ser kêf û ya dilê min ket
Biryar ne ji dilê min ew derket
Ya kê bû gelo biryara derket?
Ya xatûna biryaran bû ew.

* * *

Gulê pir caran gotî ez bidil
Lê çima bo min geş nebû ew dil?!!!
çi kir wê, çi kir demê, çi kir dil?
Sûc tev jîna dilê min bû ew.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê