A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dost Çiyayî - Xewnên Xwîn-lixwekirî
354 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dost Çiyayî - Xewnên Xwîn-lixwekirî

Zirav-bihîst-yar im
Dil hilbijartime mertal
Gerden xalî, mişt xeyal im...

Rimên dirinde rêz girtine
Xirxalên zîvîn li zend û bendan
Morikên kehrebarî ên gerdankan
û di çirûskên çavên te de hêviyên min
Mebest girtine, dilalijin
Ji kengî ve li benda te ne!

Dem dawiya payîzekê
şev derbasokên xwîn-mij
Bêdil be jî berê rojan
Ji êvar de dikeve alî koç-giriyê!..

Xelekên por-goşî ên dardakirî
Li kû dibînim werîsên mû-rîs
Girêkwîr dadigerin gewriya min.

Tilîkên te ên ziravokî nermoke
Min didîtin
Diveguherîn bizmarên ji pola
û devê bivirên ser-jê-ker
Ji hev diçirvirî!

Dil tenik
Berbang hênik in
Ax... Aax!
Xewna welatekî min didît
Dê-ferîşte, bav-fille
Li xwerû xerzên zeytûna zarokên wî
Kevakên firfire hildiferandin
Li esmanan xelekên gewez daliqandî
Ên xwe teqle dikirin tê de dialiqîn
Ji jor de li hêşînahiya azadiya behran daliqandî
Difericîn...

*Ji pirtûka wî "Qetran", rr: 23-26