A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Diya Ronî - Ne Min
131 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Diya Ronî - Ne Min

Pelên payîzê ne min weşandin…..
Ba hat û ew belav kirin…
Porê yarê ne min reş kir…
şeva tarî lê vedaye…
Dêmên Zînê ne min sor kirine..
Evîna Memo û şermîniya dilê wê ew gul dane..
Binefş ne min reng daye wan …
Xemên di dil de raketî nîşan dane..
Beybûn û gul ne min reng û bîn daye wan..
Xezalan xwêdana xwe diyarî kirine…
Xum-xum û hilavêtina pêlên Ferat…
Ne min gur kirine…
Fert ji rep-repa dilê beyraqan civandine…
Arê dilê Ararat ne min gur kiriye..
Kîna sedê salan ew tîn daye
Deryaya mezin ne min pêlên wê bilind kirine…
Bayên xurt û li berxwedanê ew hildane..
Dara azadiyê ne min avdaye ne min hêlaye ber bide..
Azadî ji xwîna pakrewanan hatiye afirandin…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê