A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilşa Yûsif - Zengilên Hevgihînê
111 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilşa Yûsif - Zengilên Hevgihînê

Min temaşa kir
li çavên te
dema min dixwendin
û xwe nîsan girtibûn
li rastiyên razayî
di kûraniya
çavên min de
ew hemû
sîper û çeperên avakirî
nebûn rêgir
ku nehêlin
siwarên daxwaziyên te
têperin
ew hestên minî razayî
mîna marekî
di çillê zistanê de
te bi tîjkên
roja xwe ya buharî
ku her dem nûdibe
geskir û serî li wan hilda
ev êrîsa te
ez rizgarkirim
ji ew sitranên lorîkan
ku min pê
hestên xwe di razandin
Ji bo demek ne diyar
dil kete lerzê
û careke din
bi awayekî ne asan
hilavêt

**************

Ez dizanim!
tu ne wek wane
tu zilamekî ne asane
te bi çizirandin
derbas nekir çeperên min
sûrê te tazî bû
û wekî qehremanekî
te li dergahê
dilê min da
û vexwendim ji pêkdadanê re

* * *

Te diyarên xwe berda
û dolên kûr derbaskir
meydanên dirêj qetand
û tu li kas û berqefan.
rasthat
ta tu gihast
benderên min
û va tu dixwaze
û bê du dilî
äengela kestiya xwe
bavêje kûraniya
derya hestên min

* * *

Dema te ez vexendim
ji niskêve ne bû
sûrê min tazî bû
li ser xwe bûm
amade bûm
min xwe neda pas
ji pêkdadanê
min meydan xwend
li himber te
dema şûr li hevketin
çingîn anîn û burusîn
wê demê…!
Zengilên hevgihînê jî
lêdidan
û mujda hevgihîna
heta û heta didan

* * *

Bi cengê
tu bi hêz dibe
û mezin dibe
û ez jî li gel te
eger tu bi ser nehatiba ...!?
Te çeperên min
ne didîtin
eger tu ji koska xwe
daneketiba…..!?
Te Dergahên minî nizm…
ne didîtin
eger te sûrê xwe bavêta
ber min
û bihata ser çongan…!?
Te hêza min nedidît
eger tu bi hevaltî
Nehatiba…!?
Te ez nedidîtim
û her nedidîtim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê