A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilêrê Kurd - Ez Tu Me
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilêrê Kurd - Ez Tu Me

Her ku tu dilşad dibî.
Dibînim.
Di lêvên te de.
Girnijîna xwe.
çi gava tu bêzar dibî.
Dibînim.
Di çavên te de.
Rondika xwe.
Di şeva tenahiyê de.
Te dibînim.
Hogira biyaniya xwe.
Min himbêz dikî.
Weke tu dayika min bî.
Gava tu wenda.
Dibî.
Ji ber çavên min.
Bêpariya min.
Gûr dibe.
Dilsotin jî.
Dibe volqan û.
Diteqe.
Heger helbijartin.
çê bibe.
Di evînê de.
Di navbera.
Te û cîhanê de.
Her ezê te bibijêrim.
Ji ber.
Ez tume.
Tu jî.
Qada welatê minî.

şorê, 25.04.2005