A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilêrê Kurd - Cotkarê Mino
160 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilêrê Kurd - Cotkarê Mino

Cotkarê mino.
Ev qada teye.
Ya bav û bira û kalên teye.
Jê dernekeve.
Bajo ji xwe re.
Kevir û kuçkan jê bineqîne.
Destên bi gemar.
Ji ser hilîne.
Ger hinan got ka?
Nede bi xweşî.
Bera Cîhan tev.
Li te bib reşî.
Serê xwe rake.
Bi qewxe û bi pêdarî bake.
Dengê xwe hilde.
Bighîn asîman.
çar aliyên te.
Guhdar bin li te komêd milletan.
Bêje ez Kurdim.
Ji Kurdistanim.
Bûme çar perçe.
Bo çi?
Nizanim.
Berî gelan tev.
Hatime Gerdûn.
Kesî weke me ne rijandî xûn.
Dijmin hatiye.
Dixwaze derêm. (derkevim)
Wa bi hesanî.
Ji gund û bajar.
Ji welat herim.
Ma ev mirwete.
Ma rastî waye.
Ji kevnêd salan de ez cotkarim.
Ev qad şîn bûye.
Ji xwêdana min.
Ji ya bavê min.
Ji ya kalên min.
çilo jê derim.
çilo jê herim.
Ez jê nagerim.
Mirin careke.
Yan zê serbilind şabim bi gorê.
Yan jî Dilêrim.
Maf bistînim.
Bi kotek û zorê.
Nû vehêsim wek hemû cotkaran.
Qada xwe bajom.
Tov jî biçînim.
Bimînim berbeng sibeh û êvaran.
Nû vehêsim wek.
Hemû cotkaran.

şorê, 23.03.1990