A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilê Gel - Sûnda Evîndaran
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilê Gel - Sûnda Evîndaran

( pencara xwe vekir. Dem jî buhare - li min nerî û mizicî. Ez jî li bin Darê lê dinêrim, ji wê werê ez zarome. Min keserek gelekî kûr kişand. Keç keniya …. ewê got û min jî avêt ber )

Ew: Here male tu zaroyî
Bi lezke her bi xweş halî
Enîna min gelkî noyî
Ji ber dare xwe bid alî

Ez: Li wê paya xir û xalî
Dibê heyvim dibê rokim
Emir çûyî bi nav sala
Evîndarim ne zarokim

Ew: Tu biçûk bî tu mezin bî
Her û her tu mamosteyê
Tu zêr û zîv û hesin bî
Kêfa min qet ji ter nayê

Ez: Ezim teyrê hurrî Bazim
Li nav baxa li ser dara
Ji dildarar evîn xwazim
Li ser wan lat û zinara

Ew: bi qorzîka zimanê xwe
Lawko rabe here bimeş
Min neyne ser zimanê xwe
Li te rojê bikim şevreş

Ez: keça kurdî tu guhdarkî
Nizanî ka çqa merdim
Gelo ma tû min nasnakî
Hunermendê keça kurdim

Ew: Bi çend peyva bi çend tîpa
Tu carî ez ji rê narim
Mede dû min b'tep û rîpa
Gula baxa gulî zerim

Ez: Ji xwer porê reş û tarî
Ewan reş gulyê ziravik
Te dane ber kil û arî
Ewan çavên xil û xavik

Ew: Ezim dara sipîndara
Kulîlka çayê cûdîme
Li deşt û ça û bajara
Hema an ate nû dime

Ez: çiqas bêje pesn darbe
Her û her tû keçek Kurde
Ji xwena xwe bi lez rabe
Evîna te kul û derde

Ew: Ezim xifşa xezla mi
Kulîlka destê hozana
Rîhane bejin û bala mi
Ji didara re dermana

Ez: Tu kiye ez te nasnakim
Te naxim van desta
Li ser te rista çênakim
Te naxim nav helbesta

Ew: Tenê ristbim bi zarê wî
Kulîlk û neqiş nefelbim
Gila nav bax û dare wî
Ezê rista dilê gelbim
( min naskir ku ewê qesta min kir, îca min got )

Ez: Keça kurdî çiqa bêjim
Pesin dare jina Kurdbim
Boyî bejn û xeyala te
Evîna te ezêb serdim

Ew: Tu taca min, hebûna min
Sirûda min, nebûna min
Dil û can û xwîn û hestî
Tu awazî, tu helbestî

Ez: Kelha vînê emê lêkin
Were yare bi hevdûre
Emê peymanekê çêkin
Ku em man sax ji hevdûre

EW û Ez bi hevre:
Sûnda evîndara

Bi yezdanê Dilovankin
Emê vîna xwe parêzin
Ku fermana me jî rakin
Emê vîna xwe parêzin
Bi yek derb û bi gulakkin
Emê vîna xwe parêzin
Di nava dojeh û arkin
Emê vîna xwe parêzin
Me bi mêvanê miryankin
Emê vîna xwe parêzin
Bibe sûnda evîn dara
Emê vîna xwe parêzin.

Diya Ciwan - Kurê Min
Rabe ser xwe kurê min
ronahiya çavê min
semyano pêmayê min
perçek j` nava dilê min.

Rab` û banke xweha xwe
bişon dest û ruwê xwe
taze şehkin serê xwe
maçkin dê û bavê xwe.

Werin rûnin bi tevdîr
bixwin vexwin nan û şîr
yan hinek hêk û penîr
yan jî ji vê dimsa tîr.

Da bilind be bejna we
ronî were çavê we
da xurt bibe laşê we
baş vebe zanîna we.

Cilê xwendinê l` xwe kin
pirtûka di tûrê xwe kin
desta di destê hev kin
armancê l` pêşya xwe kin.

Sûnda min bi serê we
ava nake warê we
şahyê nayne dilê we
ji bilî zanîna we.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê