A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dildarê Aştî - Ne Gevcilandî Vedigere
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dildarê Aştî - Ne Gevcilandî Vedigere

peyrewî êşa revend…
dihejmêrî
rêwîyên bûrî
perriyên weşiyayî
ku derbendê reva min
şanî peygeran dikin…

tu hêrzên serpêçiyê
didî çogên rêwengiyê
tu dixwazî
kevirê ser dilê bajar bihêrî
li ber bayê guhertinên bêhawe
çiltûka hêviyên jaran didêrî…

tu dûr diçî…
û çemê azariyê diherike
tu mîna Nêrgizekê bi ser avê dikevî
zarokên şût
li pey te lewzan dikin
tu dibî periyek dîn
razên giyan
li dildaran belav dikî…
tu dixwazî xwe hînî firê bikî
û laşê xwe hojanî şahiyê bikî
lê nêzîkî kêferatê
şerma kulîlkên avgirtî
bitirs te dadigerînî
di çentê qermiçî de ji tevdanê
tu sozan dihêwirînî
ne gevcilandî vedigerî…!!
areziwê
li ber deryê rûmetê şevder dihêlî…

li derbarî lava te
lal dibe behreya min
çemên xwe koçber dike
û nefela mizgînan
ji tîna penaber dibe…

rojan têra bobelatê canê te kevaştine
û têra welatekî
te xunava dêmên xwe daye gulan
tu bi vê şeydabûnê xwe dikî mamik
dilê min sergerdan dikî
û ji min xwe vedidizî
wek Ahoyek bizdiyayî
di deşta dîdariyê de dibezî
Tu di hana min de hovenadî
Nêçîrvanên veketî
Dixwazin bi kurtepistê te ragirin
hunriyê bi jiyana te bikin
û Pakîzeyiya te
yadîgarî Ji mîrên xwe re bi şînin…

sînorên êşê xwe vediparimînin
li me dipêjinin
pêwanên ku melavan basko dikin
leşkerê ku bavê min
bi zarotî bêlan dikir
hîna di xwîna min de
lûleya tivinga wî ne riziyaye
hîna
nêçîra bangên min dike
û can dicû…
mebesta wî kuştina awira teye
ewa di dilê min de
lehengên berxwedanê
ber bi dozê de tajo…

kî dikare
di perpitandina te de bigihêje…?
Kî diwêre
Ji şîrava evîna te biçêje…?
tenê dilê min dilberê
rêberekî kulnase
min serborên bêmiradan
di berqefa xemê de civandine
û perriyên weşiyayî
yek bi yek rengîn dikim
peyv û tiliyên te
hînî laqirdiyan dikim
xwe li min nenas neke
ez wardozekî şeyda me
di rûyalên temen de
bê rêbaz dikudînim
vehêla awira te dibijêrim
li gastîn û duryanan
dînbûna xwe didêrim
hîna
hîrehîra siwariya min degele
xwe li celewê dixe…

ji bêdengiya pesandî
Pencera ba vedikim
Di guvîna xwîna min de
Dengê te vê dikeve
Xewna te dipişkive
Kesera te
şepêla ramana min rizgar dike

êdî were…
Hey keça arezûmend
li raserî
vê gerava bê av û zax
berzûrî
vî çiyayê bi semax
bi qebqeba
evî kewê mê nediyar û bidax
xoşxewanê bihûne ji nalîna min
bi azadî
xwe bavêje geliyê birîna min…
bi ava mêbûna xwe
pîroz bike vejîna min…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê