A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbirîn - Kula Evînê
247 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbirîn - Kula Evînê

Evîn derdek pir dijwar e
Dil girê wê birîndar e
Birîn kûre bê derman e
Dil wêranê destê evînê

Evîn xweşe wek şekir e
Pêtek ji pêtê agir e
Hiş û aqil tev digir e
Dil wêranê destê evînê

Herçê evîn pê bû bela
Ew nexweşê şêx û mela
Xwîn dikişe ji nav û dila
Dil wêranê destê evînê

Dil dibêje tim wa xweş e
Herdem hercar wa belaş e
Nizane evîn qelaş e
Dil wêranê destê evînê

Evîndarî ne erzan e
Wêrana cerg û dilan e
Ev qelenek pir giran e
Dil wêranê destê evînê

Wexta herdû tên civatê
Dosek hevirmêşe ji latê
Xem nîne serma sibatê
Dil wêranê destê evînê

Ên bûn dilketê çavên reş
Wê av vexwe ji dêmên geş
Morsimbil û bêhna binevş
Dil wêranê destê evînê

Hişrevînê gewra bedew
Mehrûm dike çavan ji xew
Pirr çetine derdan bi kew
Dil wêranê destê evînê


Evîn deryakî bêbinî
Dil revînê wî bê gemî
Wê tê biçe biser û binî
Dil wêranê destê evînê

Ka dildarê miradê xwe
Ka evîndarê yara xwe
Ew hemî çûn bi kula xwe
Dil wêranê destê evînê

Dem ku ç`ev hev dibînin
Les mişte ji germ û tîne
qeşa û pûsê dihelîne
Dil wêranê destê evînê

Ên dilparê çavên bikil
Malwêranê destê aqil
Wê binale hercar ji dil
Dil wêranê destê evînê

Bi her yarê nebe bawer!
Hela yara bê esl û ber
Hinav li te dike duker
Dil wêranê destê evînê

Ji yarê re nebe pire
Ewî barî hilnegire
Siwar dibe dibê kere
Dil wêranê destê evînê

Dil carnan pê bextîyar e
Wekî siltan şahê mar e
Tembûrvanê birca yar e
Dil wêranê destê evînê

Koşk û sera da rûniştin
Dest û beden bihev şûştin
Pirî mijyan xwe pê kuştin
Dil wêranê destê evînê

03.05.2001
Helbestên din ên Helbestvanî/ê