A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbikulê Cizîrî - Dema Bimrim
97 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbikulê Cizîrî - Dema Bimrim

Mefaîlûn/Mefaîlûn/feûlûn

Dema bimrim mirîşûya mi tu be
Ji ber ku ew tilî pirr xoş û nerm in

Şuwara min li cem kê be li kû be
Li çar alî biqulbîne tu her min

Bila tayê kifin mûyê gîsû be
Ji bo ku mestke her miska Teter min

Bila ew destê nazik ser stû be
Nebit bêhnek bibî dûr tu ji ber min

Bila çavên te yên reş her li rû be
Dibit rûhê şêrîn dîsa bê ser min

*Bi destûra helbestvanî ye.