A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbêzarê Bêkes - Welatê Min Xerabe Ye
176 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbêzarê Bêkes - Welatê Min Xerabe Ye

Welatê min ne ava ye
Wekî bûka bêzava ye
Herdem nav kul û cefa ye
Berfa çiyan tev hela ye
Li nav golan av ceva ye
Lê ew av tev bereday e
Li nav welat kes nemaye
Welatê me tev vala ye
Me ne feqî ne mela ye
Nizanim ev çi ewa ye
Ev çi derd e çi bela ye
Ji kezebê xwîn pala ye
Cîgera min tev pija ye
Ji dilê min xwîn rija ye
Kes xwe cih de tev nedaye
Dibêjin emrê Xweda ye
Lewma xebat ne qedaye
Ji bo Xweda canfeda ye
Lê ev gotin bereday e
Ji bo Xweda ne rewa ye
Malê me li ber hewa ye
Rêça me ji ber hev qetaye
Sikra me li ber wan tewa ye
Halê tembelan wiha ye
Wextê xebatê niha ye
Ne dûr nîzik e li ha ye
Xebat ne tiştek biha ye
Dijminê me pir nehwa ye
Ji bo me ew bêwefa ye
Tirsonek e lê sehwa ye
Delal nav zindan raza ya
çi zindan e çi ceza ye
Ji bo Xweda bêriza ye
Dilbêzar go ev wiha ye