A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbêzarê Bêkes - Mala Dilê Min Ava Be
221 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbêzarê Bêkes - Mala Dilê Min Ava Be

Ey dil mala te ava be
Bes e ji vê xewê rabe
Ev halê te dê çawa be?
Dijminê te pir xerab e
Were tu bi wî nexape
Ew dijmin li te siwar be
Nayê xwar get peya nabe
Nebêje ev çi hesab e
Bizane wekî nehsan be
Tu ne kêm û ne noqsan be
Hem ne li pê wan dewsan be
Ji bo welat baş insan be
Xwedî lîsan û ziman be
Dê zimanê te winda be
Bê ziman derî venabe
Tu zimanê xwe hîra be
Di tariyê ve çira be
Lewma bê ronayî nabe
Wekê ronayê tu hilbe
Bila bêkinc û bêcil be
Dawiya umrê me tirb e
Bila dijmin ji me sil be
Ey dilo were zana be
Ji nezaniyê tişt nabe
Ev tişta han bê pişt nabe
Ji bo welat piştevan be
Tu ne aliyê xiştan be
Piştevanê van tiştan be
Divê sar be zivistan be
Tu bi mêhla Kurdistan be
Herdem ne li bin destan be
Tu evîndarê dostan be
Were şagirtê hostan be
Ber piyan ne wek postan be
Herdem sadiqê dostan be
Wekê piling û şêran be
Herdem bi terzê mêran be
Ev gotin ji bo xêran be
Dilbêzar Bêkes heyran be