A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbêzarê Bêkes - Hal û Karê Me
180 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbêzarê Bêkes - Hal û Karê Me

Ev çi hal e ev çi kar e
Me ne zozan e ne war e
Me ne pez e ne dewar e
Me ne endam ne mixtar e
Li pişta me giranbar e
Her der şewitî nav ar e
Li me qêrîn û hewar e
Dijminê me wekî mar e
Difetile pir xedar e
Ew bêbext û bê qerar e
Ji bo me dike zerar e
Dereng e îro êvar e
Me ne gund e ne bajar e
Ne baxçe ye ne tu dar e
Ne havîn e ne bahar e
Zivistan e hewa sar e
Dijminê me pir dijwar e
Ber me qelizî her car e
Xezeb ser me de dibare
Wiha çend sal e çend car e
Welatê me birîndar e
Ew li bin destê neyar e
Dilê min tev elemdar e
Dijminê me pir şiyar e
Wek me ne benda bahar e
Her car li ser hal û kar e
çend milyon e çend hezar e
Dil wek gula nav beyar e
Benda barana bahar e
Baharê baran bibare
Dê ew gul bide ajar e
Bilbil bike zarezar e
Lewma ji gul hesretdar e
Bilbil bê gul qet nikare
Bê gul bilbil herdem jar e
Helaye berfa nizar e
Dostê min tirb û mezar e
Ev gotina Dilbêzar e