A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlber Hêma - Pinpinîkên Hişk
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlber Hêma - Pinpinîkên Hişk

Beşa yekemîn
Pinpinîkên emirqutî
Li ber barana nixurî
Ji bo zivistaneke din
Rêzik bi rêzik darvekirine
Helbestên hişk-kiri:
Ji bo evîna Xweda û Xwedawendan
Bedena min pîroz e.
Kefa destên min
Hêlîneke tarî û bê werz e.
çaven min
Malzarokeke giriyê şîrdadayî ye
Ji zarokên şîrmêj re.
Lêven min
Evîneke bi lîrîk e
û bendewarê maçên te ne.

Beşa duyemîn
Piştî guhên jêkirî
Nalînên ku ber bi ezmên ve hildikişin
Qey lavayên dilê bedenê ne.
Ma ne denge kundê kor e?
Denge pepûkên dengketî
Bi sekinandineke xizanî
Belav dibe:
Pepûk!
Pepûk!
Pepûk!
Pinpinîkên emirqutî
Li ser guhên jêkirî,
Helbestan hişk dikin,
Ji yomê kundê kor
û ji hawara pepûkên dengketî.

Ji Kovara Kevan, Hjr 2