A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlber Hêma - Nepeniya Bêperde
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlber Hêma - Nepeniya Bêperde

Bedewiya bêdawî
Ne li bendê
Nepeniya bêperde
Qedera temenekî didaweşîne
Ji piyan
û li wir bêwar diraweste
Evîndarekî çolê

Dadigire bi kefa destên xwe
Saeta xîzê
ji dagirtina wê
dema xwe distîne rojava
û xwîn diraweste
Diraweste xwîna zemên

Hew dikare şûna wextê bigire
Xwe dadikim wêneyekî lal
Ristan diafirînim ji menzelê.
û destaneke neşuştî ye
Xelasbûna min!

Ji Kovara Kevan, Hjm. 1