A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlber Hêma - Mizgînxêrkê
231 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlber Hêma - Mizgînxêrkê

Weke wendakirina jiyanê
Bê beşawend û bê newayên çavşikestî
Dibînim mizgînxêrkê.

Tu kes ji zimanê baskên te fam nake,
Mizgîn tekamûlan derbas dike
Di hundirê min de.
Li benda te me.
De wer! Wer belav bike!

Rengê te
Xwe li çavên min bar dike.
Bi zerikê dikevim.
Ji bo ku
Mizgîna te ya mirinê
Di nav mizgînan de cih girtiye.
Zerika reş
Tarî dike çavên min.
De bifire! Bifire mizgînxêrkê!

Ji rojnameya Azadiya Welat