A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlber Hêma - Medûsa
353 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlber Hêma - Medûsa

Xwîn dibe baran
Dineqişe bi dilopan
çavên xezalê
Xezal
Li xweşikbûna xwe
Mikur tê

Xwîn dibe jahr
Pê vedide
Porê Medûsayê
Digirî sarinca bin erdê

Xwîn dibe bahr
Di xew(n)ên arî de
Kevz digire
Deqên dayikê

Ji şevên bêkolan
Sîlueta keçekê didize
Xezala beza û
Ji bilî bêjeyên bêjî
Namîne stêrk li asîmanan

Dilên dil(ber)keçik
Dipengize ji malên kavil
û
Ji pêsîrên Medûsayê
Diherike xwirêza jiyanê

Baran
Li dû xwe dihêle
Xweşikbûna xwe
Bar dike ji bajaran

Jahr
Xwe jahrdadayî dike
Bi bargiraniya welatekî gulîsor

Bahr
Bi med-cezîra botanê
Tewaf dike tirba mem û zînê
û dimiçiqe (bi hawar)

Li xwînê dilikumim
Helbesta qîzanî
Di xwînê de dihêlim
û diherim...