A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dilbend Xelîl - Ji Bo Qamişlo
233 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dilbend Xelîl - Ji Bo Qamişlo

Newroz îro tu xemgîne
Li Qamişla evînê
Vê buharê tev xwe reş kir
Hêsir barandin ji kîne

Rûkê van çiya tev reş bû
Bi arê newrozê geş bû
Bû wek xwîna wan şehîda
Newroza vê salê meş bû

Newroz wan li me kirin xem
Xwîna me rijandin wek çem
Gelî kurdan ne çilmisin
Got nabe me divê berhem

Ne tenê newroz xemgîne
Roava pêre xemgîne
Rokê hêdî serî danî
Bê hiş mabo ew jî dîne

Ev buhara xweş û şahî
Ev ezmanê bê ewr sahî
Li me kirin xem, kul û derd
Kirin ser me ax û ahî

çilmisîn gulên buharê
Li ser te hey gulîzarê
Gulîzara wan şehîdan
Ne hiştin herin mezarê

Wer ji xwel Amûdê biner
Alê reû bilindin li ser
Başûrê biçûk xwe reş kir
Dinya tev hejiya ji ber

Ne tenê kul, êş û lave
Ev êşa han bû girdave
Ev çi hat bi serê kurdan
Danyik bi qêrîn û lave

Hey lê diyayê dinyayê
Qey ev zor ji te hilnayê
Ta kengî em Kurd bin destbin
Di bin destê zordaryayê

Gawirtî ew tim dûm dike
Qet zordarî ew dûm nake
çi qas ew zordar jî pir bin
Gawirtî wê xwel wan rake

çi qa xwe xurt kin bin kînê
Qet nabe himber peqînê
Peqîna başûrê biçûk
Ji bo azadyê û jînê

Hew ne sebr ûaram nema
Kurdo xwe nexîne xema
Gotin jî bi zordar nabe
Xwînê birjîne wek çema.