A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Tu Jiyanî Yan Jiyan Ji Te Ye?!
186 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Tu Jiyanî Yan Jiyan Ji Te Ye?!

Welatê min tu gul bû, min te bîn kir
Sed derd û xem evînê dilbirîn kir
Nû ve ser da te dilê min de şîn kir
şahî û xweş hate dil û hinava

Ji te bihar yan bihar jê xelatî
Di nav dirîn û xîpan de şîn hatî
Gula avdar bi rengê sor hilatî
Ji te bîna misk û „ember gulava

Terh û gulî şax berdan deşt û zevî
Nû bişkivî xunca gul rez û devî
Berdaye jêr rehê xwe xak lê civî
Tê`d diçe xwar, teht û lat bê silava

Reh giha ne derya xwînê bi pêdar
Her vedixwin gul geş dibin li bihar
Lêv û rû sor bûne tev xunca li dar
Bejna gulê bi rengê kesk zirava

Rehê di dil bi reha re şîn dibû
Dest dane hev bi wê xwînê jîn dibû
Bihara dil nû ve ew şîrîn dibû
Pir difûrî bêne xweş û gulava

Evîna te ez kirim himberî dîn
Di dil min de kad dibû rewşa te jîn
Dilawer im ji rehê te ji Arîn
Aram nîne dîdara te bi çava.