A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Şoreşa Gel
258 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Şoreşa Gel

Dahola merşê lêxin
Agirê ronak vêxin
Keç û xortan birêxin
Azadyê bi ronyê xin
Ey gelê min Kurdûman

Di cengê de tev pismam
Gorî te can û xwîna`m
Das û çakûç va hilda`m
Nîşane bo te dotmam
Ey gelê min kurdûman

Xortên ciwan dilxweş bin
Ji welat re şoreş bin
Dijminê mejyê reş bin
şoreşa gel argeş bin
Ey gelê min Kurdûman.