A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Pêdar
144 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Pêdar

Pêdar im ez pêdar im
Tev pêt û tev bi ar im
Roja tême meydanê
Birûskan tînim xwarê

Ev agirê serxwebûn
J` azadiyê re hebûn
Li serê koh û çiyan
Rohnî didim zinarê

Agirekî bi reh e
Berê wî pir fireh e
Va bûye bîst û çar sal
Dikim qîr û hawarê

Êşa wî pir giran e
şewata wî derman e
Agir vêxim bi agir
Neyar ez bînim xwarê

Her setem û zînat bê
Tim kuştin û şewat bê
Liberxwedan pêdar im
Cangorî me ez yarê.