A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Nayên Sotin Bi Ar, Ne Çilo Ne, Ne Ji Dar
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Nayên Sotin Bi Ar, Ne Çilo Ne, Ne Ji Dar

Niştimanê Kurdî rabin,
Dem li me bûye dereng
Tev şiyar bin serfiraz bin,
Dest bidin rext û tifeng

Miletê Kurd pêk ve mêr in,
Tev de gernas û „egîd
Roja cengê ew bikêr in,
Yan jiyan bin yan şehîd

Qet natirsin tev bi borîn,
Pir bi nas in sor û gewr
Mîdî û kurd ji Arî reh,
Nayên sotin kesk û zer

Rêçinasê miletê Kurd,
Tev xebat û xwendine
Pêkve zana bi hevborî,
Tev „egîd û merdine.

Ala rengîn dê te hildin,
Xweş li ser xan û sera
Dil bi gorî can bi qurban,
Dest bidin hev wek bira.

Qet bi agir nayên sotin,
Ne çilone ne ji dar
Pir bi nas in me Saladîn,
Kawa, Restem û Salar

Pirs bikin ji roja Hitîn,
Serfiraz me Deladîn
Namre dîrok taca Keyan
Miletê Kurd tê bibîn

Herne pêş tev bi xwendinê,
Têkoşerên me`y welat
çûn ser heyvê bi zanînê,
Gelî cîhan bi felat

Di cengê de piling û şêr,
Canbigorîne azad
Bi yekîtî tim serbestî
Rêberê rêza bi dad.