A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Jîn û Aştî
245 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Jîn û Aştî

Min û jînê me dest da hev, bi bext û peyman û sozê
Ji bo aştî bi dil nerî, bi hev re em bikin dozê

Min dest digirt wê ez berdam, bi xweşî ew nebû heval
Ev daxwaza jîna bedew,wê bughêzim b`bombê napalm

Dîlanek mezin li darxim, bi aton û bi çekberî
Balafir û top û bombe, cîhan bibhêze vî şerî

Bê deng û top jînê nekir, qelen xwestî ji min xwîn e
Gelek caran me himbêz kir, jîna bê yar qet ne jîn e

Dilovan im aştîxwaz im, ne mêrkuj im, te ez kuştim
çav mehderî, ne bûn xwedî, jîna bê jîn te ez hiştim

Mafxwaz bi şer tê me jînê bi kolîtî qet min nekir
Li ser soz û peymana xwe, doza kuştinê min ne kir.

4-9-1984