A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Gazinek Ji Amûdê
148 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Gazinek Ji Amûdê

Ho Amûdê!
Ho hêviya bê hêvî, çi bextreş û jarî ye
Ev jîna ko tê`d dijî, bêrûmet sersarî ye
Perda li ber rûyê te, leylan û reştarî ye
Rengê siya vebestî, ne şîn e, nokerî ye

Liberxwedana te kir, Amûda sergevazî
Peymana Sykis-Bîko, wêran e bed daxwazî
Balafirên bi topan, li ser te cenga Nazî
Sipartin û destdanîn, ji te nebû bê razî

Bindestiyê te nekir, şer û ceng bi roj û meh
Gund û bajar şiyar kir, şikandî bend û sîgeh
Ala welatparêzî, hildane ji cih û reh
Kurên te cegersoz in, pê mirin û felat geh

Ho Amûdê!
Kavil û wêran tu ma, piştî dema serxwebûn
Nîjadperest û setem, ji nû bi ser te werbûn
Kurên te`y welatparêz,man biyan bêmafhebûn
Dîl û reben û xizan, çandine rik û pefçûn

Gundê me talankirin,kî bandikin hevparî?
Bistek ji „erd nedan me,tev de çû maf bi carî
Paşverûyên serî rişk, çi dilreş û neyarî
Bêpar in em xwedî maf,ji wî „erd û rûbarî

Gelo çima gemsarî, daxwazî welatperwer
Ev bû koşa perwera, mane biyan û bê ber
îro kesên paşverû, bûne serdar û pêşber
Mal û bêrê me dixwin, xwedî wa jê tînin der

Ho Amed!
Cotkarê te bêkar e, zarok li malê birçî
çend dolimên wî hebûn, jê sitendin bê xwedî
Zorkarên setem û zor,mîna rêza begê dî
Li gund bêpar û reben, bê zanav û „erd û cî

Car ji carê dî pirtir, tu dihatî ser sotin
çend bendên welatparêz, li ser enya te cot in
Suxtên dibistana te, çi gunehkarî gotin?
Ji xêza pênûsa wan, fener ji avê dot in

Zarokên te biriştin, ey Amûda gunehkar
Ên mayî dîl û reswa, sêwyên ber hêt û dîwar
Tirsa ketî dilê te, newêrekî û xemsar
şan û rûmet nema ye, ne gazî û ne hawar

Ho Amûdê!
Kurmancî yasaq kirin, zorbazên ser bi jêr
Gundê kurda dane kê pêxwasên diz û paşmêr
Kolê şûnkar û mûçî, ser û zikmezinên têr
Terî û dûv, bertîlxur, ew mûçexurên bêkêr

Bejn û bal talankirin, ew pêxwasên dilqirêj
Te perçe û parkirin, ev biyaniyên xwînmêj
Li bazaran te frotin, ew nokerên destdirêj
şêxa te pir xapandî, bi gotegot û nimêj

şêxê aton û merîx, ne bi def û tizbî ye
çûna ser heyv û ezman,ne wek xewna te diye
şerma giran şêxê min, tu noker û terî ye
Tomet û serşorî wa, bê fedî ser enî ye

Ho Amûdê!
Li şûnwara tu mayî, xwendevanên te bêber
Keçên dîl û perîşan, tên firotin bê keder
Bi vê gerdişa kirêt, mane ûştê kelem ber
Hîn axa û beg û şêx, serdar in bo te rêber

Bi ramanek serbixwe, gavan bavêjin li pêş
Bi destên jîr û zana, ervanê xwe bibin êş
Ceh ji genim xuya be, derînin jê tovê gêş
Liberxwedana jînê, me dijwarî û çi êş!

Rêça hevbendî me girt, em û hûn û herkesî
şêx û axe, begên baş, em tev pismam û pisî
Rêça miletperwerî, me daye ser bê tirsî
Milet bi hev re rabe, qet rê nade tu kesî

Ho Amûdê!
Ew hevalê bi rûmet, piştgirê koza xwe ye
Ne sor û kesk û zer e,hevalê doza xwe ye
Bê kêsbaz û pergîrî, rêgirê roza xwe ye
Ne paşmêrê rêzbendan, kurdîtî doza xwe ye

Bi vî rengî peyda bûn, pir di kom û civata
Her li paş û bêrê man,karê gelek welata
Perçebûn û deh bendî, ne rêzana xelata
Yekîtî armanca me, bindestiyê felata

23-10-1984