A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Gazinê Ji Kê Kim?!
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Gazinê Ji Kê Kim?!

Gazin nema xwedî şûnkar
Êdî ji we bikin yek car
Dilmayîn ne ji bo neyar
Ev daxwaza karê we ye?!

Karê we ma di sersala
Yekîtî dan dest peyala
Vexwarina xwîna pala
Ev giştin û karê we ye?!

Li ser masan dighêjin hev
Noşîna mey qurpîn e tev
Paşgotin û berberî ev
Pêşketina karê we ye?!

Bi gotinên we`y ser pela
Rizgar bûn gel wekî gela
Rengê we tev sor e, bela
çi perçe û parê we ye?!

Roj bi rojê perçebûn e
Kêsbazî û serxweçûn e
Ji bo gel ne pêşveçûn e
Pergîriyê karê we ye

Yekîtiya ji bo welat
Ev doz ji we tevan dihat
Ji bo xebat nabin civat
Ev kar ne ji karê we ye!

Ka we çi kir çi bi ser dan?!
Heta kengî bi van xapan
Rik û pefçûn, dij û dilman
Bawerî neyarê we ye

Doza welat kavil kirin
Êdî ne bes parvil kirin
Ne bawerî ne dilkirin
Êlî pesinkarê we ye

Eman ji ber destê keftar
Gur û rovî û segên har
Gornepaş û deh rengê mar
Teqez ev „iyarê we ye

îro milet j` xew şiyar e
çav li rê û bendewar e
Li dengê min xweş guhdar e
Gel qet ne hevkarê we ye

Bi rastiyê bikin xebat
Yekîtî bi kom û civat
Dest bidin hev roja me hat
Kurdistan ew warê we ye.