Dîlawerê Zengî - Birîna Mezin Di Sala 1975an De
Di sala şêst û yekê, şoreşa me li dar bû
Bi agirê azadî, ji nû ve ew şiyar bû
Umîda miletê Kurd, bi dil xwestina yar bû
Bi merdî, serfirazî, cana û xûn diyar bû
Di heftê û pêncan de, azadiyê dinêrin
Ew pêşmergê canbêzar, di meydanê de şêr in
Ceng li wan bûye dîlan, bi serkewtin dihêrin
Wek tîrêja birûskan, di cengê de çi mêr in
Ji bo maf û doza xwe, şoreşa me hate der
Bi dijmin û neyar re, mafxwaz im bi ceng û şer
Hêrz û hêzên çekdarî, diçin dijmin wek agir
Neyar li ber wek rovî, êrîş e, li her cî ser
Gur çûye ba wî rovî, got: tu`l jîna min nagrî
îro şêrê dev bi xwîn, min ji desta tu ragrî
Zû rabe bi çarekê, mi`j fen û fûtan dagrî
şêro wa giha Bexdê, tu wî l` cihê wî ragrî
Gur, keftar û gornepaş şêwrek bi hev re danîn
Li ser xakî Kurdistan, wan civatek tev danîn
Ev ji me`r û ev ji we`r Kurd ji navê hilanîn
çi b`kim Felek tifû l`te wan peymanek tev danîn
Gornepaşê di gorê, tifû li te bibarî
Kuştiyê Qazî Mihemed, tucar bîra me narî
Ka komara Mehabad, tev te kuştin neyarî
Bixwe timî we`m zan in, dijmin ne dost tucarî
Kê bawerkir ko wî da, himber şerekî Kurda
Ceng e tev lêp û fût e, erebistan tev winda
Serbilindî ji me`r bes, welatê xwe tev wî da
Xistî devê gornepaş, êdî ji me`r tev berda
Keftar û rovî got: rab, daye gur çend balafer
Gotin: Tola xwe hilîn, danê tang û top û ber
Ji dengê ceng û şeran mar ji qulan têne der
Gurê xwînmij û noker, ji Cezair hate der
Wekî segê har û dîn, hate Bexdê dil bi kîn
Li ser gundên Kurdistan balafir topan dirjîn
Li ber şikeft û devya, herikî cihokê xwîn
Azman û zemîn bûn sor, ji kelax û laşên birîn
Himber dijminê koşxwar, bûye şer û xwîn rijî
Li her rexê Kurdistan, bombe û top, agir jî
Li ser gund û bajaran, pertew ji dojeh dirjî
Kuştin zarok, pîr û kal, mizgeft û dêr hilweşî
Li wî çiyayî şer e, hawar û qêrîn û ceng
Dijmin li me bûne yek, bûne çeper ji tifeng
Li ber birûsk û gulan, li ber arê gullê tang
Li jêr agir û dûman, şewat û nalîn û deng
Ne`b destek hatne birîn, cîhan tu pê dizanî
Kanî dostên miletan li me kes ne xuyanî
Xinizî pir dijwarî, ka peymana me danî
Gur, keftar û gornepaş, benda wêran wan danî
Ev lêp û fena dijmin, xefkek ber me vedanî
Ne ko em Kurd nezanin, nîrê demê dizanî
Welatê xwe tev firot, Seddamo bê wicdanî
Bixwe ez im Dilawer, pêşmergê te Barzanî.
22-1-1980