A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlawerê Zengî - Aşê Nezana Bixwe Digere
356 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlawerê Zengî - Aşê Nezana Bixwe Digere

Riya me çetin û kêş
Deh gav li paş yek li pêş
Karê me birîn û êş
Riya xwar qet naberdin!

Ji karê we`y çewt û şaş
Em mane îro li paş
Dijmin sermiyan win aş
Ervanê me nayerdin!

Aşê me yî olperest
Gerra xwe de ne dirist
Bi gemsarî karê sist
Ceh ji genim naverdin!

Gerra êş ma ser Xwedê?!
Xizano ma kê tê vedê!
Dema ger serî berdê
Cotkar û karker merd in

Karê me yî sed sala
çiq çiqa çerxê vala
Li ber êş mane pala
Hîn bê ser in, çi ser din!

Ervan bi xwînê sitran
Ardû ji me laş dadan
Ronî j`kamaxê laşan
Ronak da wekî find in

Kavil û xirbe xan û man
Aşê ba li ba ka ervan
Ew rêberên doza kurdan
Perçe û par û bend in!

Ey çerxa li bagerok
Serî û laşan bijok
Xûn li ber te bû cihok
Her partî jê du bend in!

Partiya şê çerxa dem
Co xûn yek rê ji êş çem
Dengê êş hêrana gem
Bo şûnkar û êl mebin!

Hêrane ervanê jîn
Bi serbestî Hind û çîn
Azadiya êş bi hîn
Wek wan nebin em çi bin!

Aşê xûnmij û pîsok
Kurdên nezan û tirsok
Bê sermiyan û kesok
Rêça dijmin hew berdin!

Aş ko ervan neyerdê
Zîwan jê cida nedê
Xûna sor ronî ne dê
Rizgar nabin her hebin!!..