A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlan Şewqî - Navê Te
594 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlan Şewqî - Navê Te

Gava navê te
tê ser ziman..;
dil bi ser dikeve…!!
kêlîkekê an didwan,
carna wê şevê pê de..
dibim wek marê perçivî ;
xwe li hevdû dizîvirînim…!!
Bîranînên te,
yên tal û şêrîn
li ser masê
wek piyalan rêz dikim…
çendî xweşik, bilind,
û rengînin…
bi hinekan
lêvên xwe dişewitînim…!!
û bi hinekan
destê xwe birîn dikim;
û ji keseran re
dimînim temaşe…!!

01.12.1997
*Di bîranîna 40 saliya şewata sînema Amûdê (13.11.1960)