A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlan Şewqî - Ez Tevde Pencere Me
167 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlan Şewqî - Ez Tevde Pencere Me

Desmala Desdemona
û bêdengiya te neqşê
xewnekê ne.
li ser palgeha min.
lewenta Zînê
û destê te ne.
ew
porê min,
û tariyê bi hev re
dihûnin.
çendî...
ez bi te dimirim
lê ez nikarim,
buhara dîtineke din
ji warê dil
dûr xînim.
ez tevde
pencere me..
xemên nazik
ji bo min
vedibin.
ez wan
dûrî te didim.
dûrî avî û tava te.
ez bi wana,
rengê gulê xweştir dibînim.
û tu...
di rezê eşqê de,
dilê xwe
ji min tenê re
diguvêşî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê