A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dîlan Şewqî - De Were
416 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dîlan Şewqî - De Were

De were,
em ê tariyê veçirînin;
û dûrbûnê bi nêzîkbûnê bidin..!!
De were,
em herin nêçîra
xewna Mem û Zînê …
bela,
xewa vê bêdengiyê bişikê ;
bela,
Tacidîn agir bi qesrê xîne…!!
De were,
ji bo xuncên
gul û kulîlkan ne weşin…!!
De were,
berî stêr bixeyidin ,
û berî dengê Beqan
bê te birrîn …!!

Serê Kaniyê, 01-12-1997