A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dengbêj Ehmed Zeynal - Derwêşê Evdî (Destan)
1222 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dengbêj Ehmed Zeynal - Derwêşê Evdî (Destan)

(Dengbêj Ehmed Zeynal li Kurdistana bakûr bajarê Wanê nehiya çaldêranê(çardêranê) qeza Mûradîyê xelqê gundê Girmora, rûniştiyê gundê Sawoxsûyê.)

Ay lê yardê…
Wey… lê yardê…
Dilê mi li yane, lolo dilê mi li yane.
Sed car dilê mi lîayane.
Serê dilê mi bi kul û derd û bi covane.
Gidî binê dilê mi bi dûmane.
Bi salxê salixdaran dibên Seîd û Telhan du birane.
Seîd birê meline, birê biçûk jî Telhane.
Birano du fîdanin, rebê mutealîyê bixu dizane.
Zeman zemanê bê bavane.
Heyam heyamê bed`eslane.
Dibên geleka pîlanê indakirina herdû zilama ji xwe ra qirar dane.
Seîd digo: “Telhan bira welatê hanê welatê nanerzane.
Rabe emê biken tedarekê kariwane.
Emê berê xwe bidin hîmê binê berîyê çend salan herine kariwane.
Xudê heyanî belayetê rêç dike ji devê musulmana, yaxa me xelas dibe ji pîsane.

Dayê…hay…
Hey yar dê dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Seîd û Telhan her dûya ji hev ra qirar dane.
Her dû bira berê xwe dane hîmê binê berîyê xu ra çûne bi kariwane.
Heft roja hajotin bi rê dane.
Lawo rêka dûr û deraze, ne bi gotin û xeberdanê cemaeta di girane.
Roj kete roja di heştane.
Dîna xwe didanê rastekî rast usane.
Yeqîn dikim xîz li çokê hespane.
Jê ra dibên hîmê binê berîyê, cîyê hût û lehengane.
Mêrkê camêr nebîne derdê bêdermane.
Li hîmê binê berîyê her kesek nasekine li ber alvê mêrane.
Her tim û cara li wê muhîtê ret nabin dengê rimane.
Her kesek îro nahejîne qedrê rimane.
Her dû bira ketine (serê) rê û dirbane.
Dîna xu didanê êlekê giran dnîye li serê rast û di bestane.

Xeyo....
Hey lê yardê... wey lo...lo... wa...dilê mi li yane sed car dilê min li yane.
Serê dilê mi bi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Ew her dû zilam meşiyane nava êla di girane.
Dîna xu didanê kunekê li ser bîst û çar istûnane.
Heft perde li kon da girêdane.
Kula xudê bi kul be bikeve mala bavê xûyê konê di girane.
Ez (ji) we ra yeko yeko bidim salixê perdê di konane:
Birano! Perda yekê cîhê rûniştina mêran û hût û lehengane.
Perda dûyê cîhê rûniştina anima û canikane.
Perda sêyê cîhê kebanî û serkarê di malane.
Perda çarê cîhê kalê li ber sêlane.
Perda pêncê cîhê tewinkeran, belê dikin neqş û nemûşane.
Perda şeşê dibêjim hoza mîyane.
Perda heftê koza berxane, li pişt perdê da cîhê tewla meinegîyane.
Dîna xu didinê qîz û bûkê(n) Kîkan û Mila rûniştine li bin perê konane.
Zendê bi helî morî hildane.
Gidî çawa dûdinên, du kevirê loqloq û antîqe pêda bi dar dane.
Ne hacetê elektirîk û şemdan û çirane.
Qîz û bûkê(n) Mila tim û tim û caran li ber dikin şeir û nemûşane.
Bidim salixê konê di girane...

Wêlwêlwêl...
Ay lê yardê dilê mi lîyne.
Xeyo serê dilê mi bi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Wa(n) bilama dîna xu didane rûniştina cemaeta di mêrane.
Dîna xu didane darcixarê destê wan sê bihost û sê tili yane.
Wa(n) zilama îro cixare avîtine ser kokê qelûnane.
Dû ji devê hevdu direvînin mala we şewitîyo notila borîyê di sobane.
Dîna xu didanê kulikê ser wan sê bihost û sê hoqane.
Pêçê serê wan hemû rişîyê şeirê Dîyarbekir jorda ber enîya da berdane.
Li milê wan dinêrin, ebayê hezoyî sê bihost û sê ritmane.
Li nigê wan dinêrin reşikin, mala we şewitîyo temam rûniştine bi hev
ra ketine dişimîşê di girane.
Kulika xu dane orta îmanê birû û bijangane.
Seîd digo Telhano bira! Eva heşt roje em retine serê rê û di dirbane.
Me kirîye bîra xamê di mangane.
Hey mala te şewitîyo birçîna qudûmê me çûye herê tacete me nemane.
Lingê me nagire rikêbê zengîyane.
Destê me nagire desgirîyê (dizgînê) meinegîyane.
Malşewitîyo em birçîna mane serê rê û di dirbane.
Bajo derê konê hane.
Em bixon qote(k) nane.
Li memleketê me bûye axirdewrane.
Yeqîn dikim niha çor û çoçixê me birçîna xu dane ber dîwarane.

Wêlwêl...
Ay lê yardê ...
Xeyo dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Her du hajotin derê konê di girane.
Dîna xu didanê kişiyaye pêşiya wan sêsed mêrê xûyê kulik û ebane.
Vana qilçikê erebî li ser inîşka da vedane.
Jor da meşiyane li ser sinîyane.
Dixon birincê
Qereçamê dûvê helikane.
Milê wan zilama heta inîşkê di don û rûn da mane.
Qet kesekî negot ew her dû zilamê hanê ser pişta hespa mane.
Lawo derbas bin ji boy Xudê bixon qotek nane.
Seîd çav kire Telhane.
Go eva kona konê nemerdane.
Bajo em derbas serê konane.
Lawo nadine me qotek nane.
Ew zilamê hanê xûyê kulik û şeir û ebane.
Me ji xwe ra nagirin seyîsê hespa natele ji êlê ra golikvane.
Lawo bajo em herin serê konane.
Em xerîbin nadine me qotek nane.

Wêlwêlwêl…
Ay lê yardê …
Lololo … dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Gidî binê dilê mi bi mij û bi dûmane.
Gava ku van zilama hev ra xeberdane.
Vergerandin serê hespan û medenê meinegîyane.
Derbas bûn serê di konane.
Menzilekî hajotin menzilekî di girane.
Dîna xu didanê îro konekî tek vegirtîye dûrî konane.
Konê vî zilamî li ser heft istûnane.
Belê perdê kon rîşîyêd hevirmûşin peng bi peng bi hev dane.
Kalekî nûranî rûyê wî sipîye li ser çokane.
Diran di dêv da nemane.
Hey lawo îro şaşikekê li sêrîye, tizbîyekî sed û yek lib di dêst dane.
Li ser postekî nimêjê rûniştîye ji xu ra dikişîne selewat û werdane.
Seîd digot Telhano bira bajo derê konê hane.
Ew konê hanê yeqîn dikim tertîla wî bisulmane.
Wa hard û zilama ho kirin deve û mîratê qantirane.
Hajotin derê konê di girane.
Ew kalê nûranî ji ber wan rabûye ser pîyane.
Gidî girtîye serê hespane.
çav kire navmalê û qaweçîyane.
Go lawo bigre bi serê hespane.
Cil û ciholê serpiştê heywana jê bikin bavêne perê konane.
Hevsarê serê heywana bişiqitînin bavêjin hêsîyê konane.
Wa heywana berdin serê rast û bestane.
Hema zivirî li nava kon da belê doşikeke qûştûkî avête erdê, beilgîyê bi sê legan li ber pişta wane.
Ew kalê nûranî sekinîye li pêşbera kon li pêşîya zilama dike hurmeta girane.
Seîd bang kirê go apo rûyê te sipîye li ser çokane.
Yaşê te derbas bûye, tu li ser pîya sekinîyî dikî xizmeta girane.
Erê dibê ji mi ra nebaşe, ne şerefa mêrane.
Lawo îşê we tune bi xeberê hane.
Hûn xerîbin ne ji van derane.
Hurmeta mêvan tim û tim û caran ji bona xudane.

Ay lê yardê...
Wêlwêlwêl...
Lololo...dilê mi li yane.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Seîd pirsî go apo êlekê danîye li serê rast û bestane.
Konekî giran li sertacê konane.
Heyanî pênc hezar mal(î) di bin konan dane.
Rişîyê konan peng bi peng bi hev dane.
Gelo ew kona konê kêye, êla çi kesane.
Go lawo ew êla tu dibêjî êla axayê mîrê Milane.
Go apo êla wî da qerebalixek hebû ew çi qerebalixeke di girane.
Go lawo ma tu nizanî ew kona konê mîrê Milane.
Sêsed mêr tê da rûniştine li hundurê konane.
Her yekê reîsê êlekê, li kon da rûniştine ji hev ra bi xeberdane.
Belê go lawo ji mîrê Mila ra hatîye kaxeza gawurê çîlosmane.
Go apo sebebê wê çîye û çimane?
Go tê da nivîsîye bide min hozê mîya kozê berxane.
Yê bide min barê zêra qenterê devane.
Yê bide min xerac xemil û rewşa konê erebî, ceinîya miîna Leylane.
Yan jî yê sorgulîyê Edûla qîza xu ra bigire ji mi ra têxe kebanîya mala girane.
Yan jî bila tedarukê xu bike, şerê mi pê ra heye, şer û cenga girane.
Ê, go apo sebebê wê çîye û çimane?
Go lawo gawure jê ra dike xeberdanê di girane.
Ê, go apo lê tu kêyî, navê te çîye, û te çima ha tek danîye û tu naçî nava wane.

Ay bê yardê...
Wêlwêlwêl...
Lololo...dilê mi li yane.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Lawo emrê min derbas bûye, hatîye nod û negane.
Tu bala xu bidê diran di devê mi da nemane.
Rûyê mi sipîye li ser çokane.
Lawo çokê mi ne yê doşekane.
Tilî pêçkê min ne yê birincê Qereçamê dûvê Helikane.
Lêvê mi ne lêvê qehwane.
Navê mi şêx Evdîye ez bavê Derwêşim belê emrê mi derbas bûye ji nod û negane.
Seîd jê pirsî: go apo tu dibêjî ez şêx Evdîme, bavê Derwêşim, lê Derwêş kuye, li kêderê dane?
Mi nav û dengê Derwêş bihîstîye li welatê şwerqê, li nava hevdê tewnane, li cemaeta girane.
Axa û beg li wir da li hev dicivin dikin naxilê û xeberdane.
Dikin behsa herba Derwêşê Evdî, herba di girane.
îja niha Derwêş kanê li kêderêdane?

Ay lê... yardê...
Lololol dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
Lawo edetê mala meye, gava bikevin xewa di girane.
Heft rojan ranabin li xewa di girane.
îro belê çare, Derwêş razaye, hê sê roj wexta rabûna wî jî mane.
Lawo em jî qehirîne naçine nava êla wane.
Lê belê ez ji we ra bikim salitane.
îsal heft sale dilê Derwêş li Edûla qîza mîrê Mila dane.
Ez diçime xazginîyê Edûlê ji mi ra dibêjin, eslê te Êzdîye pîrê te şeytane.
îro ketîye roja kewkebê, sibê nerînîya lawê di bavane.
Kuro tê dengê kose û misrîyane.
Lê belê ewî jî giregire top kirîye nava konê xwe dane.
Dibê hatîye ji mi ra nama çîlosmane.
Lawo ewî jî îskana şwetan û şurûtan danîye ser zerfane.
Zerfe li ser telbane.
Telbe li nava cemaeta mêrane.
Kêyê ku here bîne cewaba eskerê çîlosmane.
Ezê bi sorgulîyê Edûlê ra bigirim jê ra bikeme kebanîya mala di girane.
Lawo îro heft roje birincê Qereçamê, dûvê Helikan dide wan xûyê kulik û ebane.
Kes newêre destê xu bavêje îskana şertan û şurûtane.
îca li pêşîya xu bi darikê cixara hildane.
çokekê li pêşîya xu erd vedane.
Em jî xeyîdîne, naçine nava wane.
Rûyê wî jî nagire bişîne peyê Derwêş dane.
Lawo ewa cemaeta wî îro heft roje li kon da hev civîyane.

Wêlwêlwêl...
Ay lê yardê...lololo dilê mi li yane.
Serê dilê mi bi kul û derde, xeyo binê dilê mi bi dûmane.
Gotin di devê şêx Evdî da bû, go apo xazilî min bidîta qed û qametê Derwêş ku çawa salix
dane, gelo vire yan wisane.
şêx Evdî rabû lingê xu lêda li serê papûşane.
çû derê çadura Derwêş yê jê ra bêje du bendane.
Cika gotinê şêx Evdî ji ewlad ra çane?
Wêlwêlwêl...
Digotê de lolo wayê...
Hûyî...wî..
De rabe, hûto de rabe!
Lehengo de rabe !
Sotenîyo de rabe !
Gedeyo de rabe !
Poşmano de rabe !
Pênc perano de rabe !
Derwêşo lawo rabe ji xewa di girane.
Du zilam hatine mala me mêvane.
Xweîbin ne ji êlêne, ne ji emrêne, çol û best dane pêşîya xwe dane.
Yê herin hîmê binê berîyê kerwane.
Salixê te jê ra dane.
Lawo de rabe, devê mi da nemane dirane.
Ne wextê min û laqirdî û henekane.
îja rabe ji her du mêvana ra bike laqirdîyane.
Bila li memleketê me nekin tu xem û xîyalane.

Ay de yardê rebenê dilê mi li yane.
Mi dîna xu didayê Derwêşê Evdî radibû ji xewa di girane.
Xulama girtine qulpê misîn û legenîyane.
Pêşgirî li ser milê wane.
Li ber Derwêş sekinîne, Derwêş avê davêje nava birû û bijangane.
şêx Evdî hatîye li kêleka her dû zilama rûniştîye ji wan ra dike laqirdîyane.
Ay de yardê rebenê dilê mi li yane, dilê mi li yane.
Mi dîna xwe didayê Derwêşê Evî sîyarê Hedman kilê çeivê qîzan û bûkan xu berdabû perê konane.
Sê cara tewafa destê bavê xu kirîye, li pêşdera kon her du destê xu kemerbest girêdaye sekinîye ser pîyane.

Wêlwêlwêl...
Ay de yardê rebenê dilê mi li yane.
şêx Evdî zivirî li ser milê xu nihêrî li mêvanane.
Digo lawo mêvan ev her du zilamane.
Rûnê kêleka wane.
Ji wan ra bike hurmeta di girane.

Wêlwêlwêl...
De yard ê dilê mi li yane.
Seîd û Telhan her dû ya dîna xu dane qed û qamet û bejin û balê Derwêş dane.
Texmîn dikir teşbîh nebe bejina wî wekî minareyê camîyane.
çokê wî wekî çokê nerrane.
Bînanî nerê ku têkeve pêşîya heft qenter devê di kerwane.
Neitika wî sê bihost û çar tilîyane.
Ez dîna xu didemê orta her dû birû û bijangane.
Dû mûyê Erzaîl dûr va pêş xûyane.
Dayê wêlwêl…
Ax dibê salix dane.
Seîd bi Telhan va dîna xu didanê wisane.
Haza ku mêrekî bi sed mêrane.
Gava ku bikeve şerê hîmê binê berîyê leheng û hûtane.
Bi qebzê rima ra bigre bikeve nava mêrane.
Minê dîn û bala xu didayê îro çawa bibe nirîna lawê bavane.
Kula Xudê bi kul be bikeve mala xûyê Hedmane.
Gava bikeve şerê pehlewan û hûtane.
Devê xu davêje qaltaxê zînê hespê dujmina dikşîne ser xûyê xu dane.
Lololo...
Belê para dide ber refes û çiftane.
îja pê ra dide ber lekman û gezane.
Mîratê Hedman neilê wî zîvin, bizmarê rêr lê dane.
Bi rojê kewkewê giran bi irinîyê lawê bava ra bi dengê kosel û misrîya ra tim û cara li serê
meydanê mecalê nade dujminane.

Lololo...
Hey lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
Gotin li devê wan zilamane.
Dîna xu didanê sîyarekî tek derketî li perê konane.
Dimekê nezeyî li dest dane.
Heft salixê rimê heye, ez ji we ra vidim salixê rima hane. Ka çawane.
Yek lale, yek dure, yek qumrûte, yek zumrûte, di ortê da yaqûta teyrê di neimane.
Setê mîrata rimê li hewane.
Sade ji jehrîya mirane.
Wisane binanî gewrekî asin lawo beraş bi mûkî pê da bi dar dane.
Belê Medhanîyek li bin dane.
Ew hespa ne wek hespê welatê serhedê notila bergîrê hane.
Bi linga têne firotane.
Her lingekî heywanî tê bi çil kîse zêrê di girane.

Lololo...
Hey lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
Evî zilamî hajote derê konê şêx Evdî dane.
şêx Evdî û Derwêş rabûne ser pîyane.
Bi serê Medhanî yê ra girtin derbas kirin pişt çît û perda di hespane.
Doşekek dinê avîtin erdê, ketin bin milê wî danîne ser doşeka hane.
Wexta ku ew zilama rûnişt li ser doşkane.
Go lawo eva jî navê wî Ceiferê Gêsîyane.
Kurê xûşka mine, rêya heft qonxa ji me wê dane.
Gava bikeve şerê leheng û hûtane.
Ancax Derwêş digre serê hespane.
Ew dujmina ra dikeve laqirdîyane.

Wêlwêlwêl...
De yard ê dilê mi li yane, lololo...
Wextê ku şêx Evdî salixê Ceiferê Gêsan bi her dû bilama ra dane.
Dîna xu didanê Erebek tê ye ji wê dane.
Lêva Ereb yel li erde, yek li asîmane.
Nûra Rehman tune li rûyane.
Nemekî(nameyek) li berîka wî dane.
Selam dabû her çarane.
şêx Evdî go Ereb kerem ke derbas be jora hane.
Ereb li qarşî şêx Evdî rûniştîye li ser çokane.
Destê xu avîtê name danîye ser çoka şêx Evdî bavê Derwêş dane.
Wexta name derxistîye dîna xu daye zerf û kaxezane.
Seîd go apo ewa çi nameye, ji me ra bêje ka çawane?
Go lawo eva heye Erebê navnalî yê mîrê di Milane.
Herê ji mi ra hatîye nama hane.
Dibêje îro heft roje mi berev kirîye giregire, xûyê kulik û eba, her reîsekî di êlê dane.
Dirime wan birincê Qereçamê dûvê Helikane.
Milê wan heta inîşkê di don û rûn da mane.
Mi îskana şertan û şurûtan danîye ser zerfane.
Zerf li ser telbane.
Talbe li nav cemaeta di mêrane.
Belê îro çawa heft roje kes newêre destê xu bavêje îskana se tran û şurûtane.
Qe îman û namûs ji me ra nemane.
Belê îro ji mi ra hatîye nama çîlosmane.
Têda nivîsîye, yan bide min hozê mîya, kozê di berxane.
Barê zêra qenterê devane.
Rewşa konê Erebî, ceinîya miîna Leylane.
Yan jî yê sorgulî yê Edûlê ra bigire ji mi ra bike kebanîya mala di girane.
Ax de lawo namûsa mêrkê bisulman ne bi perane.
Dibê îja mi îskan danîye ser zerfane.
Sifir (sirf) here ji mi ra bîne cihaba eskerê çîlosmane.
Kê here bîne cewaba eskerê çîlosmane.
Ezê bi gotina Xudê bi hedîsa pêxember Edûlê jê ra bikim kebanîya mala di girane.
Lê kesek avirê xu nade îskana şertan û şurûtane…
Ewa nama hanê hatîye ji mi rane.
Dibê bila kerem bike were cemaeta di mêrane.
Lê mi berîya niha ji we ra got, em jî qehirîne naçine nava cemaeta wane.
Mi wextekê deiwa Edûlê dikir ji Derwêş rane.
Ji mi ra digot: qîmeta te çîye, ez eşîrim eslê te Êzdîye, pîrê te şeytane.

Ay lo berxê dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
şêx Evdî digot lawo hûn demekê rûnên ez gavekê herim derê konê mîrê di Milane.
Cikanê çi deme çi dewrane.
çi qerebalixe şêvra di girane.
Lehzekî mêze bikim bejin û balê xudanê kulik û ebane.
îja şêx Evdî lingê xu lêdane serê meisane.
çû derê konê axayê mîrê di Milane.
Dîna xu didayê xûyê kulik û eba rûniştine pêda pêda belê kulkê xu mutane orta îmanê birû û bijangane.
Her yekê şivqelûnê wan di desta da bi du mêtrane.
Rebena îja tirsava ketine dişimîşê di girane.
Naxon îskana şertan û şurûtane.
Yeqîn dikim îro her yekê çokekê pêşîya xu erd vedane.

Xeyo dilê mi li yane.
Wêlwêlwêl...
îja şêx Evdî selamekê dabû xûyê kulik û ebane.
Axayê mîrê Mila digo: şêx Evdî derbas be jora hane.
şêx Evdî digo lawo serê te mezine bînanî serê balaxê gamêşane.
Te hindek gede û gûde, golikê li ber çêleka îro heft roje top kirîye nava cemaeta girane.
Lawo tu didî wan birincê Qereçamê dûvê Helikane.
Muerisê kurê muerisan du zilam hatine mala te mêvane.
Navê yekê Seîde, navê yekê jî Telhane.
Te taqet nekir tu çopek nan bidî wan zilamane.
Ji boy Xudê rêvîne, li serê rîyane.
Ija xûyê kulik û eba don û rûn da mane.
Lawo tu dibêjî mi derbas be jora hane.
Ne qûna min ya doşekane.
Ne tilî pêçikê mi yê birincê Qereçamê dûvê Helikane.
Ne lêvê mi lêvê Qehwane.
Go ez hatime ka gotinê te çîye, deiwa te çi ra ne?
Go çima tu nizanî îro çend roje ji mi ra hatîye nama çîlosmane.
Belê go axayê min, çendî yaşê mi derbas bûye, lê guhê min li guhdarîyane.
Ax go lawo namûs ne ji te ra ne.
Te golkê ber çêleka berev kirîye konê xu dane.
Heft roje tu jê ra dikî xizmeta girane.
Sibê bila bikeve kewkewê şingînîyê zengîyê mîratê Methanîyane.
Bibe nirîna mêrane.
Bibe gujînê gurz û kemendane.
Bibe teqînê rim û mistîyane.
Ewê serê xu li ber derîya derxin wekî golikê li ber çêlekane.
Keksek ji te ra nake yardima namûsa di girane.
şêx Evdî serê xu bilind kir, go qaweçîyo serê mi dêşe, dilê mi dila dilkî dîne.
Serê dilê min bi kule, bi kesere û bi birîne.
îskana qawa şert û şurûta cemaeta sêsed mêrî tu birijîne.
Ji apê xu ra qaweyek teze bikelîne.
Li pêşîya xûyê kulik û eba bigerîne.
Bila dilê kesekê ji min nemîne.
Hemîn yaşê mi derbas bûye, wextê min û şer û deiwê giran nîne.
Lawo îja tu ber bi apê xu jêle bîne.
Tu bala xu bidê cika çi dewrane, bila kulik û eba û şeir û rişîyê vana li bestê bê xûyî bimîne.

Ay lê yardê dilê mi li yane.
Dilê mi li yane.
Lololo dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Serê dilê mi bi kul û derd û tev covane.
Binê dilê mi bi dûmane.
Wextê qaweçî îskana şertan û şirûtan digerîne, xûyê kulik û eba serê xu birine binê apincîyane.
Lawo ketine dişimîşê di girane.
Sira hate ser şêx Evdî dane.
şêx Evdî destê xi avîte îskana şertan û şurûtane.
Ser xu da quliband, bû şîrqîna cemaeta xûyê kulik û eba, hemû pê keniane.
Go emrê wî nod û negane.
Diran di dêv da nemane.
Qûna wî naçe ser cîyane.
Bi laf û lûfa yê here bîne cihaba eskerê çîlosmane.
Temam pê da bi şêx Evdî keniane.
şêx Evdî zivirî berê xu da mala xu dane.
Temam ji Derwêş ra salix dane.

Dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Lolololo...
çar sîyara hajotin derê konê mîrê di Milane.
Xûyê kulik û eba hemûya ustuyê xu xar kirine, çeivê wana mane li hewane.
Destê wan nagire îskanê qehwane.
Rebî Derwêşê şêx Evdî sekinîye pêşdera kon dane.
Doşka wî li ser milê mîrê Mila dane.
Go apo cîhê te dera hane.
Dakeve binîya solane.
Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan rabûn ser doşekane.
Bixu sekinî li qarşî her sê bira li ser çokane.
Hey de yardê...
Derwêşê Evdî gote xûyê kulik û ebane.
Emrê bavê min nod û negane.
Diran di devê bavê min da nemane.
Bû şîrqînîya we hûn bi bavê mi kenîyane.
Lawo îskana şertan û şurûtan eva heft roje li ber weye, we notila golka ustuyê xu xar kirîye li ber dîwarane.
îro roja mêrane.

Wêlwêlwêl...
Hey yardê rebenê...
Kulê tu bi kul bî bikevî mala bavê Edûlê, bi sêsed û şêst û şeş terza xu xemilandîye, zulf
berdaye nava gerdenê, di birîyane.
Bejina vê delalê usne notila taka rihanê, ber devê Erez, belê şivka gezoyê hindav dane.
Sûretê wê horîmelekê bînanî sêvê Xelatê ji xu ra teze xal dane.
Li gerdenê binêre notila gerdena qulingê payîzê, bike zarûn li nava çîmen û çayîra li ber zevîyane.
Dilê wê îsal heft sale li Derwêş dane.
Di bin bijang û mûjingê çeiva ra avirê dide Derwêş dane.
Derwêş birîndare, notila firarekî bîst û çar sala bikeve li firarîyê gullê bi nuqte bavêje dil û hinavane.
Wisa avira dide Derwêş belê notila oxcîyê tîr û kewanê tîrekî bavêje serê kezebê, serê kezeba
wî kul kirîye pişta pîlê wî va bişkok dane.

Yar dê dilê mi li yane...
Derwêş hindav da rabû ser pîyane.
Rakirîye singê ber hêsîya konane.
Ketîye nava xûyê kulik û ebane.
Kulik ketîye nava dest û pîyane.
Ebayê Hezoyî li bestê velezîyane.
şivqelûnê wan bi agir va vergeriyane.
Darkê cixara li nav dest û pîya da bûne şeş pirtîyane.
Min dîna xu didayê hatanî sêsed mêrî xu avîtin pişt cil û cihazê di devane.
Ay lê yardê...
Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan û Derwêş hatine derê konê şêx Evdî dane.
Derwêş digo bavo ji mi ra bike karê di hespane.
Me serê xu danîye oxira di girane.
şêx Evdî çû pêşîyê go Derwêşo lawo navê hespê te Hedmane, yê mi Etmane.
Lawo îsal heft sale hundur da tav nedîtine ji dervane.
Ji hişkîyê da xarina wane.
Minê neilê wan zîv û bizmarê wan zêr lêdane.
Seba zû nemihin, li setê meydanê bikevine şerê lehengan xu bavêne ser dizgînê dujminane.
De lawo tu were îro siwar be mîratê Etmane.
Etman hespê bavê te ye, lawo te nahêle di c dane.
Li gava şer û cenga da dujmina dide ber lekmane.
Lawo hespê te serhişke, li serê meydanê zû nazivire ser dizgîna dujminane.

Wêlwêlwêl...
Dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
şêx Evdî digo Derwêşo lawo li hespê mi sîyar be, belkê li roja tengavîyê tu dikevî şerê
kewkesê sibê, şerê kos û misrîyan, dengê nirînîya lawê bava lawo tu bê xayî nemînî li nava dujminane.
Derwêş digot şêx Evdî aqil çûye, sewda li serê te nemane.
Ez hespê çê siwar bim yê kotî bidme van birayê hane.
Xudê şuxula mi nayîne li ser rê û dirbane.
Eger ecelê mi hatibe li ser pişta mîratê Hedmane.
Tu hespê xu bide Seîd da, Gulî şeyî dayîka her du hespa bide Telhane.
Ezê jî sîyar bim Hedmanî, binê Berîyê bi linga tê firotane.
Emê berê xu bidone ser eskerê çîlosmane.
şêx Evdî hesp û zîn û taximê wan li ser piştê dane.
Evan zilamana çûne destê şêx Evdî, berê xu dane oxirê, pişta xu dane feleka xayîn û derewîn
ji kesî ra nemane.

Dilê mi li yane…
Serê dilê mi kule bi covane.
Binê dilê mi bi mije bi dûmane.
Edûla qîza Zor Temir Paşayê Milî bihîstîye Derwûşê here ser çîlosmane.
Refê qîz û bûka li ser xu dane.
şitabekê daye bejin û bala xu, morî û încîyane.
Lawo av li gerdenê xûya dike, mejû li tiliyane.
Xu berdbû serê rêya ku Derwêşê here ser çîlosmane.
îja wî çaxî yê Edûlê bi ezmanê şirîn, bi qed û qametê giran yê bendekê Derwêş ra bêje, kanê bendê wê çawane.

Wêlwêlwêl..
Digo de were, Derwêşo de were, lehengo de were, hûto de were!
Hey malxerabo bavê mi te dixapîne, li rêya hat nehatê da dişîne.
Dilê mi li yane, serê dilê mi dêşe, dilê mi (ji) dila dilekî del û dîne.
Lawo bi heqîya Xudê be, bavê we bisulmane, kalkê we Êzdîne.
Êla te êleke girane, hemîn sûnda te bi yezdan ra girane, tirsa te tunîne.
De tu were destê xu bavê sîngê mi sî û sê sedef ser hev sekinîne.
Libo libo serê sedefa biqetîne.
Li cotê zermemika binêre, serê wan sor û xûnin, binê wan sipîne.
îja xemê dilê xu pê birevîne.
Bila çûyîna te da çi kul û keser û keder li dilê mi yê birîn da nemîne.

Ax de lay lo hayê...de lay lo hayê...
Dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Derwêşê Evdî digot tolê de rabe li serê rê û dirbane.
Ne gedeme, ne gûdeme, ramûsanan bistînim li taldê tepik û devê avane.
Diçime ser esketê çîlosmane.
Bi qewet û raya rahmê rehmane.
Ezê bi gotina Xudê bi hedîsa pêxember te ji xu ra bikim kebanîya mala di girane.
Belkî çûyîna min bi mine, hatina mi bi xudane.
Sibê xelkê ji mi ra bêje ser oxira xu zivirî Derwêş gedekî bi du perane.
çîkî me jê ra heye, eslê wî Êzdîye pîrê wî şeytane.

Dilê mi li yane...
Seîd û Telhan û Ceiferê Gêsan, Derwêşê Evdî kilê çeivê Edûlê derbas bûn serê konane.
Heft roja hajotin bi rê dane.
Wêlwêlwêllllll...
Roj kete roja heştane.
Li xîmê binê berîka jêrîn dîna xu didanê êlekê danîye li qontara çîyane.
Hinek dibêjin mije, hinek dibêjin dûmane, hinek dibêjin sêrikê asîmane.
Hinek dibêjin wekî xîzê binê behrane.
Serê êlê heye, binê wê qet nexûyaye.
Tim û tim cara êlê xu daye alîyê rastê serobene, konekî giran li serê konane.
çadurek al sincan li perê konane.
Derwêşê şêx Evdî, Seîd û Telhan û Ceiferê Gêsan hajotin ber derê wê çadura alsincan belê li perê konane.
Dîna xu danê xanimekê jê derketîye, agirê kulê bi kul be bikeve beyta bavê xanimê wekî şirîtê
dora kona porê wê kom bûne li erdê mane.
Yeman dibêje bejn û balê xanimê dinêrî dibêjî bejna spîndarane.
Li dêmê xanimê dinêrî tu dibêjî heyva di çardane.
Hema girtîye li serê hespê Derwêş dane.
Ax digo birano peya bin hûn rêvîne li serê rîyane.
Birano kerem kin bixon qotek nane.
Derwêş li xanimê pirsiyar kir: ev êla ha ku srrê wê heye, binê wê nexûyane.
Êla kêye û axayê wê kîjane?
Go birayo axayê êlê çîlosmane.
Go xayê ez bala xu didime êlê xêncî kalê nod salî kesek têda ne xûyane.
Lê mêrê êla we ku da çûne qet nemane.
Go birayo eva êla axayê çîlosmane.
Temamê wê top bûne çûne herin ser axayê mîrê di Milane.
Go xayê mewcûdîya wan çeqase?
Go birayo mewcûdîya wan sê hezare qet kêm nîne, derketine serê rê û di dirbane.
Go birayo ez salixê wî sê hezarî bidem ji we rane.
Pênsedê wan rimbazin, tim caran dikin şerê eskerê xûyê tîran û rimane.
Pênsedê wan gêrçîne li pêşîyê digerîne xeberane.
Pênsedê wan dikin malxirabo nezera di girane.
Pênsedê wan xûyê kose û misrîyane.
Hezarê mayî temam eskerê herba di girane.
çûne ser axayê mîrê di Milane.
Go sebebê wê ya çîye?
Go bira ma tu ne ji êlêyî, ne ji emrêyî? çîlosman li axayê êla Mila dixwaze xeraca heft salane.
Belê lê dike deiwa rewşa konê Erebî, ceinîya miîna Leylane.
Lê dike deiwa sed qîzê tilî yê wan li gustîla, lingê wan di zengîyane.
Lê dike deiwa sed pîrê xûyê teşî û kulîyane.
Lê dike deiwa sed xortê xûyê tîr û kewan û rimane.
Lê dike deiwa sed mêrê başpehlewane.
Yan jî yê bi destê zorê xerac bide mi da qîza xu Edûlê li ser milê belengazane.
Go xayê tu herema gawurê çîlosmanî na yan ne wisane.
Go birayo çawa te ra dibêjim, eger tu bisulmanî, li dînê Muhemedî, ez herema gawurê
çîlosmanim, mame li serê rê û dirbane.
Belke şuxulê wî bimîne nîvê rê dane.

Wêlwêlwêl...
Ê go dayê ew bi sê hezar mêrî çûye ser mîrê Mila, lê qeweta mîrê Mila çeqase û çi qedrane.
Digo dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
Dibê wexta di kon da rûniştibûn, xûyê kulik û ebane.
Xeber didan, guhê mi li guhdarîya bû, digotin hey lawo tirsa we ji Derwêşê Evdî sîyarê Hedmane.
Rengê Derwêş muxeyyer bû.
Go birayo tu Derwêş nînî?
Go xayîngê Derwêş mi ji xu ra nagre seyîsê ku here ber hespane.
Go navê hesoê wî jî Hedmane.
Bû şîhîna hespê.
Go birango de were bi şahê merdane.
çaxê mi kirîye qala Hedmane.
Hespê te şîhîya, yeqîn dikim tu Derwêşî, hespê te Hedmane.
Jinkê destê xu avîte nigê Hedman ra kir û dûna xu dayê, serê bizmarê wî zerin, neilê sipî lê dane.
Go birayo tu û dînê Muhemed kî, heke tu Derwêşî peya be li serê konane.
Belê digo xayîngê ez Derwêşim.
Wexta peya bû li perê konane, kula Xudê li beyta bavê xanimê keve, a nika va jê ra çêkirîye
birincê Qereçamê dûvê Helikane.
Dibê avîte ser zexmê kulî birincane.
Jê ra kirîye tedarukê nane.

De yar dê dilê mi li yane.
Dibê ewî nanê xu xwarî zînê hespa li ser piştê dane.
Nigê xu avîtine rikêfê zengîyane.
Belê siwar bûne ser piştê hespane.
Xanimê rê ji wan ra nîşan dane.
`Kerr ji Derwêş ra dibêje:
dibê birayo hewara te were şahê di merdane.
Xêr û xweşî şuxula te hev bîne, tu lêxî serê çîlosmane.
Hema mi jî ji xu ra bibe bike kebanîya Edûlê, natele kebanîya mala di girane.
Lê lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
Sed car dilê mi li yane.
Derwêş dibêje bila bi soza mêrane.
Gava ku mi bi xêr û xaşî jê kir serê çîlosmane.
Ezê te jî biherim belê bikim kebanîya mala di girane.
Ewan her du ya soz bi hev ra dane.
Evan zilaman jorda daketin serê rê û dirbane.

Lolololo..
Ewana sê roja hajotin bi rê dane.
Roj kete roja di çarane.
Xu ji para gîhande ser eskerê axayê çîlosmane.
Seîd digo lolololo dilê mi li yane...
Digo Telhano birayo tê bîra te em çûne derê konê axayê mîrê di Milane.
Qîmet nedan me her du birane.
Lawo qot nanê layîqê me her du rêvîyane.
îja îro xu çê ke, roj roja mêrane.
Birayê te yê pêşîyê here, tu peyê birayê xu top ke wekî garana guhê gundane.

Wêlwêlwêl…
Ay lê yar dê dilê mi li yane…
Lolololo...
Sed car dilê mi li yane.
Agirê kulê bi kul be bikeve bejn û bala Telhane.
Notanî belê birûsk rabe ji asîmane.
Seîd çawa pêşîyê li hev dizivirîne, eva jî para dide be qûnê rimane.
Ax eskerê çîlosman nizane, berqe, birûske, yan agir ketîye nava kokê wan dane.
Ax de yardê rebenê sê roja her dû bira temamî hevra lêdane.
Hetanî hezar û pênsed mêrî serê wan kete nav dest û pîyane.
Derwêş zivirî cem her sê birane.
Digo birano emê rast derkevin pêşîyê li para şere yê pêşîyê qet nizane.

Lolololo...
Lawo eger em koka wan bînin, sibê yê bêjin mêrkê bisulman vira dikin, îşê bisulmana bi
xeyanetîye, bi xayînetî li me dane.
Emê destek kincê eskerê kûçik li Ceifer kin, bişînin li cem wane.
Bila hîm be li pîlan û bendane.
Êvarê xeberê xu temaamî top ke bîne ji me rane.
Bi sîyasetî bişîne xeberane.
şerê xûyê riman û tîr û kewanan li ser milê Seîd û Telhane.
Derwêşê Evdî gurregruê bavê min û pehlewanane.
Ewan zilama li rojekê heyanî sî û pênc roja bi dewamî lê dane.

De lololoooo...
Ay lê yardê rebenê dilê mi li yane.
Dilê mi li yane.
Li rojekê heyanî sî û pênc roja xeyo tev lê dane.
Nîvê esker para ji xu ra şev reviyane.
Gum û gora bavê çîlosmane.
Go koka me anîye jinê me mane bê xayî û bê xudane.
çîlosman gava bi eskerê xu hesîya, dîna xu dayê nîvê kuştîyê esker bê xûyî mane.
Gelek cendek ketine nava dest û pîyane.
Gelekî wan kuştî û yê mayî jî şev revîne nava êla di girane.
Her çar bira soz bi hev dane.
îja roj kete roja sî û şeşane.
Derketine pêşîya eskerê çîlosmane.
Name bi hev dane.
Ewane hatine pêşîya çîlosmane.
Deiwa namûsê axayê mîrê di Milane.
îja eskerê wî temam sekinîye serê meydane di girane.
Ceiferê Gêsan digo: Derwêş lawo tê sibê herî nava êlê bilî Edûlê bidî lavane.
Tê bêjî Ceifer girtîye serê hespane.

Wêlwêlwêl...
Ax de rebenê dilê mi li yane.
Dibê şer kete ser milê Ceiferê Gêsane.
Serê eskerê xûyê tîran û riman hatîye ser milê Seîd û Telhane.

Wêlwêlwêl…
Dilê mi li yane.
Ewa zilamana hetanaî çil û yek rojê dewamî lêdane.

Lolololooo...
Kula Xudê bi kul bî bikevî mala Ceiferê di Gêsane.
Bustina hût û leheng û pehlewanan li ber çeiva notila cixarekî bavê nava lêvane.
Ji pênsed pehlewanî çarsedê wî hildaye temam ser jê kirîye avîtîye bestane.
Jê maye sed mêrê başpehlewane.
çîlosman rabûye nav eskerê xu dîna xu dayê xêncî sed mêr pehlewanî qe kes nemane.
De dibê Derwêşê şêx Evdî mala xu xerab kir çû pêşîya Ceiferê Gêsane.
Go Ceifero kurmeto, bide xatirê rahimê remane.
îja îro dor dora min û wane.
Ezê jê ra bikevim henek û laqirdîyane.
Roja çil û yekê Derwêşê şêx Evdî meşiya bû pêşîya leheng û hûtane.
Hetanî berî nîro serê nod û neha lêdane.

Wêlwêlwêl...
îja yek lê maye, başpehlewane.
Navê wî rûyîn Telhane.
Zulxê pola ser sêrî ne îşê gurzane, ne îşê tîrane, ne îşê rimane...ya bo...
Xeyo rebeno dilê mi li yane.
Derwêşê şêx Evdî sîyarê Hedmane.
Notila qulingê buharê firqazekê bide xu da li serê meydanê serhişke, bi gotica şêx Evdî
nazivire ser dizgîna dujminane.

Wêlwêlwêl...
Berê wî daketîye berjêrane.
Xudê teqdîra jorê bike, tê serê merîyane.
Rebî her du lingê Hedmane pêşîyê li kulemişkê da çûne, qeydik da firiyane.

Lololo...
Ewî gawurî kire nemerdî rimekê li orta navmilê Derwêş daye, gurçika wî derkete derivane.
Hewî li me be lê...
çawa bi ketinê ra Seîd nola nerekî pêşîya devane.
Xu gîhande pêşîyê her du bira bi hev ra lêdane.
Dikin nakin zulxê polare, ne îşê rimane, ne îşê tîrane, ne îşê gurzane, ne îşê kuştinê ye mirina girane.
Seîd go gawur mi ser xu ra nedî mêr û pehlewane.
Em merivin ne heywane.
Em şefeqê heta niha di herbê dane.
Lawo peya be, em dest bavêne bi hev dane.
Gava gawur peya bû, dest avîte kemenda Seîd notanî mêrekî çawa destê xu bavêje zincîrekî
dabû ber çoka xu dane.
şûr hilda ku jê ke serê wî Telhane.
Seîd bi sê dengê Elî lê kire qûrîn lawo zirara wî çawane?
Go gawur mi ser xu ra nedît pehlewane.
Hela ka sifet û rengê te çawane.
Bila keser bi mi ra neçe axa sar dane.

Lololololo...
Evî gawurî destê xu avîte zulxê pola ji ser serê xu hil da bû di hewane.
Seîd bi nezim du tîr avîte di çavane.
çar tilîya li patika ustu ra avîte derivane.
Ji bin çoka wî çû dera hane.
Seîd notila qulingê buharê qîrîya hate ser cenazê Derwêş dane.
Hêy…..
Digot de lololo… wîwîwî…
Hey lo bira de rabe… wîwîwî…
Hey malî şewitîyo de rabe.
Dilê mi li yane...
wîwîwî…
Mala te şewitîyo Edûle qîza mîrê Mila mabû li nava Mila bê xûyî û bê xudane.
Ezê sibê çi bidim cihaba kalemêrê li ber konane.

Wêlwêlwêl...
Lolo Derwêşo bira sibeye serê mi dêşe, dilê mi dîne.
Malxirab serê dilê mi kule bi kesere bi birîne.
Bira ezê duakê bikim ji xaliqê merlane, ji revê jorîne.
Bila ruhê mi li dora ruhê te bigerîne.
Edûle qîza mîrê Mila bila hîvîya xelqê va nemîne.
Wey lololo bira wî wî...
De lololo bira wî wî...
De rabe lehengo rabe, de rabe hûto rabe, gurê pişthêşîno de rabe !
Dilê mi li yane, tu çûyî, emê çawa bikin li duniya hane.
Hey malxerabo bavê te kalemêre sibê xelk ji xu ra nake golikvane.
Hey wî wî bira hea wî wî, lo bira dilê mi li yane.

Ay de yar dê rebenê dilê mi li yane.
Serê dilê mi bi kul û dere û bi covane.
Binê dilê mi bi dûmane.
Derwêş digo: Seîdo bira heçê yazîya Xudê li jor dike, bê şik û bê şubhe tê serê merivane.
Xêra mi tune ji we bira rane.
Ew derba ku ewî li mi daye, dil û gurçikê mi avêtîye di derivane.
Hey malşewutîyano hûn diçine malê, bêjin kalebavê mi da, Xudê ruhê mi ji her sê birayê mi ra kir qurbane.
Wêl wêl ...
Ax de dilê mi dêşe serê dilê mi kîne kîne.
Xudê bila derdê biratîyê nîşanî dar û ber û gurê serê çîya nexîne.
Li ser cinazê Derwêş da bû qîrîne.
Wî wî wî...
Destê wan ketibû li ber rûyane.
Her sêk zivirîn çûne pêşîya kafirê rûyînten, serê wî jê kirin, avîtin terkîya di hespane.
Wextekê dîna xu didanê Ceiferê Gêsan dike tedarukê revê, berê faytûnê zivirandîye ser rê û dirbane.
Derwêş digo Seîdo bira dilê mi kîne kîne.
Serê dilê mi kule, binê dilê mi birîne.
Zû bike pêşîya faytûnê vir da bîne û bizivirîne.
Sozê min li erdê nexîne.
Herema gawurê çîlosman bibe, her du êla ser xu xîne.
Mi helal ke, fayda mi ji we ra nîne.
Ca tu rabe ji mi ra taseke ava sar jî bîne.
Melekê muqereb, qasidê qocefelekê hatîye, emanetê ji min bistîne.

Wî wî wî...
Hey lo bira wî wî...
Hey lê rebenê dilê mi li yane.
Teqdîr temam bi destê rahmê remane.
Derwêş teqdîr bû li serê rast û bestane.
Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan hatin êla çîlosman hildane û berê xu dane êla mîrê di Milane.
Cihabekê çûye şêx Evdî rane.
şêx Evdî derketîye kevirê bindarûkê dûrbînê davê serê rêyane.
Dîna xu didayê sîyar temam zivirîne, lê sîyarê Hedman ne ji wan rane.
Diçû pêşîyê digo: wêl wêl, lo lawo dilê mi li yane.
Lawo hûn xêr û xaşî hatin, lê sîyarê Hedman ne bi we rane.
Seîd û Telhan bi Ceifer va ser şêx Evdî da girane.
şêx Evdî digot: lawo bi xêr û xaşî hûn zivirîn, we serê çîlosman jê kirîye, her wekî bizmarek
li binê sola min firîye, dîsa hûn xaş bin hesêbe Derwêş sax li duniya hane.
Wax hey wî wî...

Berhevkar: Perwîz Cîhanî
Ji kasêtê peyda kir: Perwîz Cîhanî, li bajarê Ormîyê
*Bihara sala 1989 ê û li sê hejmarên 34, 35 û 36ê kovara Sirwe da çap kir.
*Tîpguhêzî: Perwîz Cîhanî, 06.12.2003, 21:59, li bajarê Zürichê,
*www.amidakurd.com
Helbestên din ên Helbestvanî/ê