A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Comerd Hewarî - Xwendevan Im
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Comerd Hewarî - Xwendevan Im

Xwendevan im bê nav im
Li her der û her dem xwendevan im
Roniya çavê Welat im
Rêya pêşketina milet im
Bindest im nikar im bi Azadî bêjim
Xwendevan im Xwendevan im
Derî li ber pênûsê min girt in
Kirim Zindan,pênûs ji dest min xist in
Ji dest min xist in bi Darxist in
Peyvên min ji ser Rûpelê şişt in
Xwendevan im Xwendevan im
Xwendevan im navê min Qedexe kir in
Navê min ji rojnamê derxist in
Rojname Qedexe kir in
Sînor navbera me çêkir in,Em ji hev dûr xist in
Xwendevan im Xwendevan im
Xwendevan im bi Qêrîn û Hewar im
Azadî dixwaz im
Pênûsê ji destê xwe ber nadim
Dixaz im bi Azadî çanda xwe belav kim
Xebat dikim bo Ez Xwedayê pênûsê xwe bim
Xwendevan im Xwendevan im
Xwendevan im Rêberê welat im
Hebûna milet û welat im
Bilind im wek Zinar im
Bi hêz im wek pûlat im
Xwendevan im ji Kurdax im
Xwendevan im Xwendevan im.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê