A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Çiya Mazî - Wê Sibeha Wê Şevê
199 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Çiya Mazî - Wê Sibeha Wê Şevê

Sibeha ku ez
Di wê nîvtariya bihara şîrotankîde
Rabûm
û nivînên min
Bi min re ketibûn dîlana xewnên
bêteqet
Wê berbanga malneava
Ku çavên şiloqî
Bi dilopên zer nerm dikirin
Wê kufnika qozîkên dîwarên nêzî
şibakeyan

Di dû demekê re
Her yek bûn destek
û xwe dan ser devê min
Wan lêvên min î girêkên jiyanê
Bûn bendav ji bêhna min re
Wê sibeha ku
Zimanê min bû beko ewanê qilafetê
min
Wê sibeha ku
Min xavika te nedît
Li tenişta şewqeyê xwe
û rewşa xwe î reş û sipî temaşe nekir
Wê sibeha ku
şeva çûyîn hate bîra min
Ku min fêmkir
Zingîna êşa serê min
Bi zincîra gerdana dilê te
ve girêdayî ye
û dema min fêm kir
şîmaqan hêlîna êvara min xera
kiriye
û ez xistime hêlkana benê riziyayî
Tevna kezeba min bi destên biyan
Hatiye verşandin
Wê berbanga...
Wê sibeha...
Wê beyana ku taştê ji min zivêr bûbû
Wê şeveqa ku deriyan
Ez dahf didam
Ji kerba te re
Ber bi roniyê ve
Wê bêhntengiya perdeyan
Ku dibûn alên sereke ji te re
Wê sibeha ku
Bêhna destên hinekirî
Hate bîra min
Wê sibeha ku min fêm kir
Êvar çawa destpê kir
Wê êvara ku nehiştin
Ez xwe bi gulîkên te ve
dardakim
Wê şeva ku min dît
Jiyan bi çavên te re ye
û nehiştin ez bi hêstirên te
re li hev bêm
Wê şeva ku nehiştin
Roja xwazgîniyê bê bîra min
Wê şeva ku sê kevirên me xerakirin
û qûçên me ji holê rakirin
Wê şeva ku dengê niqrîskên te
Porê min weşand
û nehiştin ez lorîka te
dubare bikim
Wê şeva ku ez ketim tatola hebûna
te
Wê şeva ku tarî li me pêçan
û du simbêlbok bi tengala
te ketin
Cîhê cîhê
û tu bi makîneyeke dulûle
birin
Wê şeva ku min xwest ez raterqî te
bibim
Lê bedena min girê dan bi
sîngê sibehê ve
Wê şeva ku ez nexwuyabûm
Ji çavên te î di bin paçikê
reş de
Min fêm kir cîhê min jî tune ye di
hundir de
Wê sibeha wê êvarê
Wê sibeha ku ez poşman bûm li
emrê çûyî
Belê...
Eyn wê sibehê
Min jî da du roja tu afirandiye
û ez hatim